Civaknas Bariş: Wekî Ocalan got, nijadperestiyê em sed sal paşve xistin

img

STENBOL - Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku nijadperestî û netewperestiyê ya li ser mirov û civakê wekî nexweşiya pençeşêrê ya di bedena mirov de ye û wiha got: "Di salên dawî de li Tirkiye nijadperestî zêde bûye. Birêz Ocalan li ser Nijadperestiyê berê jî gotîbû 'Nijadperestiyê herî kêm em sed sal şunde xistin' Felaketa li Rojhilata Navîn bi tevahi berhema nijadperestî û netewperestiyê ye." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li ser dîroka mirovahiyê, nexweşiyên di nava civakê de û çareseriyê gelek pirtûk nivîsandin. Yek ji van pirtukan pirtûka “Konfederalizma Demokratîk" e. Ocalan di vê pirtûka xwe de balê dikişîne ser polîtîkayên DYA'yê yên nijadperestî û netewperestîyê ya dixwaze li Rojhilata Navîn pêş bixe. Ocalan di pirtûka xwe de dibêje "DYA dikare nijadperestî û netewperestiyê li Rojhilata Navîn sor bike û gelê herêmê sed sal şûnde li paş bihêle. Ocalan piştî vê rexneyê çareseriyê ji peşniyar dike. Ocalan, di pirtûkê de destnîşan dike ku ji bo gelê herêmê sed salan winda neke divê Konfederalizma Demokratîk pêş bixin. Piştî ku Ocalan ev tespît kir û ev yek hêj li Rojhilata Navîn rastiya xwe berdewam dike, li Tirkiye jî di salên dawî de polîtîkayên nijadperestî û netewperestiyê her ku diçe kûr dibe. 
 
Rojên borî li Kocaeliyê ciwan Y.S.  ku heqaret li bustê Ataturk kir, polîsan ew binçav kir û li şûna wî bibin midûriyeta polîsan û dozgeriyê îfadeya wî bistînin, ew li ber bustê Ataturk li ser yek lingî hiştin û lînç kirin. Bi lêdanê xwestin bêje 'Ez kurê o. me. Dîsa 3 sal berê li Muglayê Îbrahîm Çay ji ber cilê herêmî li xwe kiribû rastî lînca nijadperestan hat. Bi zorê xwestibûn ku Îbrahim Çay bustê ataturk maç bike. Ev nîşan dide ku di salên dawî de nijadperestî li Tirkiye çiwas pêş ketiye. 
 
‘LI SER SENTEZA ÎSLAMA TIRK HAT AVAKIRIN'
 
Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku li Tirkiyeyê geşedan û bûyerên nijadperestiyê bi polîtîkayên  AKP’ê pêş ketiye û ev yek li ser himê senteza nijadperektiya îslama tirk pêş ketiye. Bariş, ani ziman ku îro îktîdara AKP’ê nijada serdest û xwîna tirk a safî diparêze. Bariş, da zanîn ku AKP diyar dike ku xwîna tirk paqij û serdest e û nijadên din jî wekî xizmetkarên tirk dibine û bi vî rengî nijadperestiyê sor dike. 
 
Bariş, destnîşan kir ku ev sedsal sedsala aptal û kesên vasad e û wiha got: "Ji ber vê rewşê îro polîtikayên nijadperestiyê pere dike û bi encam dibe. Lê di qada gerdûni de feraseta nijadperetî û netewperestiyê tu carî qîmeta wê çênebûye. Ji ber ku nijadperestî wekî pençeşêra di laşê mirov de ye. Dermanê wê tune ye. Dawiya dawî divê xwe biguhere û bi mirinê bi encam dibe. Polîtîka û tevgera nijadperetiyê di serdam Şerê Cîhanê yê Yekemîn de felaketek mezin bi xwe re anî. Wê demê Ermenî rastî komkujiyê hatin. Sed sal şûne îro kurd rastî heman polîtikayê tên. Ev proje berdewamiya wê demê ye. Bi taybetî MHP vê feraseta nijadperestiyê bi riya pêla nijadên tirk pêş dixe. Ve ferasetê li ser kuştina ên din dimeşîne û belav dike. AKP li gorî MHP'e hineki nerm e. Ji ber ku xwe li ser nijadperestiya pergala faşîst hebûna xwe berdewam dike."
 
Bariş, bal kişand ser cureyên avakirina pergalên civakî û wiha berdewam kir: "Rêveberiyek dikare Pergalên demokratîk, pergala pir zinanî, pir çandî, Demokrasiya Radîkal, Faşîst û gelek cureyên di nava bike. Niha hikûmeta heyî li ser esasê nijadperestiyê hestê civakê pêş dixe. Li gorî vê yekê der barê edalet, hiqûq mafên gerdûnî de tiştek tune ye. Niha civaka Tirkiye jî ketiye vê rewşê. Ji ber vê yekê di talûkeyekê re derblas dibe. Ev dikare rageşiyê bêtir kûr bike û dikare şerê navxweşî jî pêş bixe. Ji ber ku nirxên gerdunî tev hilweşiya ne, polîtîkayên nijadperestiyê bi ser dikevin û li gorî xwe bi rêve dibe. 
 
HEBÛNA KURDAN A FOLKLORÎK LI PÊŞ WAN ASTENG E 
 
Bariş, bal kişand ser Îbrahîm Çay ê cilê kurdî li xwe kir û rastî lîncê hat û wiha got: "Ji ber Îbrahîm cilê kurdî li xwe kir, bi hinceta ku şerê şervanan li xwe kiriye hat lînçkirin. Ji ber ku difikirin dê cilên kurdan ên folklorîk li pêş efsaneya wan bibe asteng. Bi  vî rengî hişek di meşiyê wan de hatiye avakirin. Bi heman rengî dîsa çanda kurdan ji bo xwe asteng dibînin. Hemûna ên din ji bo xwe asteng dibînin. Ji ber vê yekê çi tişta li dijî xwe dibinin êrîş dikin. Piştî bi Îbrahîm çong dan xwar û bustê Ataturk dan maçkirin ev dîmen di medya civakî de parve kirin. Bi vê yekê xwestin peyama milletê tirk miletekî mezin e bidin. Xwestin peyamê bidin kesên ku dibêjin 'Em bi çand û nasnameya xwe hene. Taybetmendiya nijadperestiyê ya herî mezin bê rûmet in. Ji ber ku rûmeta wan tune êrîşî derdorê dikin. 
 
Dîsa mînaka li Kocaelî ku li ber bustê Ataturk li ser piyekî dan rawestandin jî bi heman rengî ye. Ciwan Y.S. ê ku li ber bustê Ataturk li ser piyekî hat rawestandin wekî di çîrokên zarokan de çîroka "Werdeka qirêj" bidin xuyakirin. Ji ber vê yekê heqîqet bêdeng diherike dilê mirovan. 
 
NIJARPERESTÎ DÊ SED SALAN BIDE WINDA KIRIN
 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li ser dîroka mirovahiyê, nexweşiyên di nava civakê de û çareseriyê gelek pirtûk nivîsandin. Yek ji van pirtukan pirtûka “Konfederalizma Demokratîk" e. Ocalan di vê pirtûka xwe de balê dikişîne ser polîtîkayên DYA'yê yên nijadperestî û netewperestîyê ya dixwaze li Rojhilata Navîn pêş bixe. Ocalan di pirtûka xwe de dibêje "DYA dikare nijadperestî û netewperestiyê li Rojhilata Navîn sor bike û gelê herêmê sed sal şûnde li paş bihêle. Ocalan piştî vê rexneyê çareseriyê ji peşniyar dike. Ocalan, di pirtûkê de destnîşan dike ku ji bo gelê herêmê sed salan winda neke divê Konfederalizma Demokratîk pêş bixin. Piştî ku Ocalan ev tespît kir û ev yek hêj li Rojhilata Navîn rastiya xwe berdewam dike, li Tirkiye jî di salên dawî de polîtîkayên nijadperestî û netewperestiyê her ku diçe kûr dibe. Felaketa li Rojhilata navîn encama nijadperestiyê ye. Ji Osmanli 26 welat derketin. Ji vê yekê re gotin netew dewlet. Her yek bi serê xwe canavirê hovîn. Her ku diçe dibin dêwê mêzin. Weki pençeşêrê ye. Her ku çide belav dibe û mezin dibe. 
 
Tedawiya vê yekê jî bi jiyana bi tenduristî û ekolojîk pêkan e. Hevsengiya bi xwezayê re û hevsengiya di nava mirov u mirov, mirov û xwezayê de pêkan e." 
 
MA / Sadiye Eser