Temellî: Di encama bazara Sûriyeyê de Brunson hat berdan

img
AMED -  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, bal kişand ser berdana rahîb Brunson ê DYA’yî yê hat berdan û got: “Di encam ferman û bazara şerê Sûriyeyê de Brunson hat berdan. Tirkiyeyê tim tawîz dan û tim rûmeta xwe winda kir.”
 
Rojeva berdana rahîb Andrew Craîg Brunson ê DYA’yî yê dinavbera Serokê DYA Donald Trump û Serokkomar Tayyîp Erdogan de bû mijar krîzê, di rêza yekemîn de cih girt. Brunson ê bi îdîaya “Ajantiyê” 35 sal cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin, duh rastî 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hat û qedexeya derveyî welat û hepsa malê a li ser, hat rakirin.  Brunsan çawan hat berdan çû DYA. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî, derbarê darizandina Brunson a bû sedema krîzê de, ji ajansa me re axivî. 
 
‘DARAZ BI FERMANAN BIRYAR DIDE’
 
Temellî, bal kişand ser pêvajoya darizandina Brunson û wiha bilêv kir: “Carek din dewleta me ya hiqûqî derket holê. Daraz bi fermanan biryarê dide. Bi eyarek wisan zirav jî çêdikin, ji xwe 3 sal û mehekê girtî mabû. Cezayên wisan eyarên zirav dibînin. Qaşo ajan, ‘FETO’ û gelek tiştên din bû. Mijar bi cezayê 3 sal û mehekê hat girtin. Lê carek din derket holê  ku li vê derê hiqûq tuneye.”
 
FERMAN Û BAZAR  
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di encam ferman û bazaran de Brunson hat berdan. Ne tenê daraz û hiqûq, êdî qada dîplomasiyê jî riziyaye. Îro Tirkiye bûye welatê herî bêrûmet. Îcar niha em çima mehkûmê vê ne. Ev welat, welatê me hemûyane. Em hemwelatiyên vî welatî ne. Ma em çima mehkûmê rêveberiyek evqas xerab bibin û vê qebûl bikin? Gava dixwaza rahîb digire, dixe girtîgehê, dixe hepsa malê û dema dixwazin jî wî berdidin. Di mijara rahîb de tenê wisan nakin. Ev ji bo koçberên Sûriyeyê jî dikin. Ne hiqûqa koçberan û ne jî hiqûqa penaberan nas dike. Qet li van mafan mêze nake. Canê penaberên Sûriyeyê, li Elmanya dike mijara bazarê. Vê yekê Serokkomar û desthilatdar bi xwe dikin.”
 
‘ENCAMA POLÎTÎKAYÊN ŞER E’
 
Temellî, anî ziman ku encama polîtîkayên şerin û wiha got: “Ev hilweşandineke. Dînamît xistina binê vî welatiye. Divê em li dijî vê fitîlên van dînamîtan jêbikin û bavêjin. Rêzgarkirina  vî welatî di aştiyê re derbas dibe. Divê em êdî xwe ji van polîtîkayên şer rizgar bikin. Ev bazara bi DYA ya li ser Rojhilatê Firatê yê Sûriyeyê. Ev bazar li ser rageşiyên dinavbera DYA û Rûsya yên li ser Idlibê ne. Rahîb dinava vî karî de tenê fîgureke. Ku hemû derdora rahîb ajan bim ma çi feydeye…” 
 
‘TU ELEQEYA KRÎZÊ BI RAHÎB RE TUNEYE’
 
Temellî, da zanîn ku tu eleqeya krîza aborî bi darizandina Brunson re tuneye û wiha pê de çû: “Sedeam yekîm a krîza aborî qeyûmin. Hûn çawan çavkaniyan beredayî bikar bînin, dê wisan jî li we vegere. Vaye desthilatdara navendî hemû çavkaniyên welat beredayî bi kar anîn. Deyndariyek pir zêde, şer, kirîn û firotinek ne wekhev, beton û xizaniyek aboriyê heta bêje zêde bûye. Ev jî welat dixe krîza  aborî. Ez disan dibêjim tu eleqeya hêzên derve û rahîb bi krîzê re tuneye.” 
 
‘TÜRKİYE HEP TAVİZ VERDİ, İTİBAR KAYBETTİ’
 
Temellî, destnîşan kir ku “Şerê li Sûriyeyê” bingeha krîza li Tirkiyeyê tê jiyîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hişmendî carek din bi me da nîşandan ku di polîtîkayên derveyî welat de têk çûye. Aborî çawan têk diçe, polîtîka jî wisan têk diçe. Vaye polîtîkayên Sûriyeyê li holê ne. Di hûndir de hilkelînek mezin heye. Dê li Idlîbê teqînek mezin rû bide. Ger hûn mûdaxileyî nava welat bikin, dê bi awayekê pir nebaş li we vegere. Ger hûn bazara şer bikin, dê berî şer li vegere. Gelo çima tim bela tên serê Tirkiyeyê? Ji ber ku tim bi zmanê şer siyasete dikin. Li Ewropa, Emerîqa û Rûsyayê jî wihaye. Di hemû têkiliyan de Tirkiyey tawîzan dide û tim rûmeta xwe winda dike. Tenê di dema bazaran de gotina wê tê guhdar kirin.” 
  
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç