Oluç: Biryara ji bo Buldan li dijî qanûnê ye

img
ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li dijî biryara der barê hevserokan wan a giştî Pervîn Buldan de hat dayîn nerazîbûn nîşan da û got: “Ev biryarek li dijî qanûn û makeqanûnê ye.” 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç li Meclîsê civîn li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
BIRYARA JI BO BULDAN LI DIJÎ MAKEQANÛNÊ YE 
 
Oluç li dijî biryara “bi darê zorê anîn” a der barê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan de hat dayîn nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ev biryarek dij qanûnî ye. Li dijî qanûna bingehîn e. Çimkî destnedayîna Pervîn Buldan heye. Di 24’ê Hezîranê de hat bijartin û carek din mafê destnedayînê bi dest xist. Ev biryar li dijî peymanên navnetewî yên Tirkiyeyê îmze kirine jî. AKP dizane ku em ê serê xwe li ber netewînin. Heta îro vê yekê ji wan re da nîşandan. Siyasetmedarê me qet û qet ji vê yekê tawîz nedan. Tevî hemû zextan jî serbilindî xebat birêve birin. Îxtîdar vê yekê baş dizane û divê daraz jî vê yekê baş dizanibe.” 
 
‘QESRÊ BIGIRIN Û PEREYÊ WÊ BIDIN BANKAYAN’ 
 
Oluç bal kişand ser lêçûyînên Qesra Bêştepeyê û xwest qesr bê girtin û pereyê wê bidin bankayan. Oluç da zanîn ku li Tirkiyeyê serdema herî xerab a betaliyê ye û li aliyekî karker kar nabînin û li aliyê din jî lêçûyîna qesrê ya rojane 1.8 milyon lîre ye.