Ozugurlu: Komên çekdarên li Idlibê li Tirkiyeyê guhdar nakin

img
STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn ê rojnameger Musa Ozugurlu diyar kir ku komên çekdar li gotina Tirkiye ya "Heta 15’ê cotmehê ji Idlibê derkevin" guhdar nakin. 
 
Ji bo pêşî li operasyona rejîma Sûriyeyê ya li ser Idlibê bê girtin, Tirkiyeyê bi Rûsyayê re mutabakata Soçî îmze kir. Piştî vê li hevkirinê çav li ser Idlibê ne. Piştî hevdîtina li Îranê di 17’ê îlonê de Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsya Vladimir Putîn ji bo komên çekdar ji Idlibê derkevin û herêma ji çekan bê paqijkirin bi îmzekirina peymanekê li hev kirin. Divê heta 15’ê cotmehê komên çekdar ji Idlibê derkevin lê tevî ku ew dîrok nêz dibe jî heta niha tu kesî gav neavêtiye. 
 
Hin rêxistinên li bajêr aşkere kirin ku ew tev li mutabakatê nabin û venakişin. 
 
Pisporê Rojhilata Navîn ê rojnameger Musa Ozugurlu geşedanên der barê Idlibê de nirxand û diyar kir ku hemû alî westiyan û êdî fêmkirin ku heta li hevkirinek pêk neyê çareserî pêk nayê. 
 
‘TIRKIYE DI WÊ FERQÊ DE YE ENSTRÛMANEK GIRÎNG WINDA BIKE’ 
 
Ozugurlu got: “Artêşa Sûriyeyê westiyaye. Jixwe demek dirêj Rûsya hin operasyonan pêk tîne û bi wan operasyonan di nav xwe de hin talûkeyan dijî. Li gel van me di mutabakta Soçî de dît ku Tirkiye ji bo mutabakatê pêk bîne zext lê hat kirin. Çimkî heke ku hemû komên çekdar ji wir biçin, dê Tirkiye di hundirê Sûriyeyê de dê enstrûmanek girîng winda bike û di ferqa vê yekê de ye.” 
 
Ozugurlu da zanîn ku heta niha van koman ji bo paş de vekişandinê gavek jî neavêtiye û dilê wan tune ku derkevin. 
 
‘TIRKIYE NIKARE JI BO KOMAN GOTINEK BIKE’ 
 
Ozugurlu li ser neqebûlkirina komên mîna El Nusra, Eniya Rizgariya Netewî û Feylak eş Şam a mutabatakê rawestiya û ji bo van koman û Tirkiyeyê ev nirxandin kir: “Dema ev sê komên girîng qebûl nekin, li paş tiştek namîne. Çimkî El Nusra li Idlibê gellek cihên girîng girtiye. Divê ku heta 10’ê cotmehê çêkên giran bikişandina herêma tampon. Lizim bû ku hemû kom heta 15’ê cotmehê derkevin. Lê heta niha tu kes derneketiye. Ev tê vê maneyê ku heta niha ji peymanê welatên garantör Tirkiye nikare ji bo van koman gotinek bike.” 
 
‘DIBE KU JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE PROBLEM DEST PÊ BIKE’ 
 
Ozugurlu da zanîn ku dema komên çekdar nekişin dibe ku Rûsya bêje “ev peyman bi dawî bûye” û ev yek jî dê bibe sedema ji aliyê Tirkiyeyê ve problem dest pê bikin û heta niha ji Idlibê vekişandin nebûye mijara gotinê. 
 
MA / Bîlal Seçkîn