Hevşaredarê Tozanê: Tayînkirina qeyûman perçeyeke Plana Rûxandinê ye

img

ÎDIR - Hevşaredarê Tozanê yê DBP'î Mehmet Gultekîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, anî ziman ku qeyûm perçeyek "Plana Rûxandinê" ne û got: "Bi qeyûman xwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin." Her wiha Gultekîn got, dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman bistîne. 

Wezareta Karên Navxweyî ji 106 şaredariyên DBP'î, qeyûm tayînî 97 şaredariyan kiribû. Yek ji van jî şaredariya Navçeya Tozan a Îdirê yê Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, hilbijartina herêmî ya tê payîn dê di Adara 2019'an de çêbibe û liv û tevgera qeyûman nirxand. 
 
PERÇEYEKE PLANA RÛXANDINÊ 
 
Gultekîn, destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî ji bo siyaseta demokratîk û gelê kurd destkeftiyên girîng bûn û têkildarî vê bal kişand ser civîna Desteya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) ku di 2014'an de pêk hat û tê de biryara "Plana Rûxandinê" hat girtin. Gultekîn, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman desteserkirina şaredarên DBP'î perçeyeke ji Plana Rûxandinê ye û got: "Bi vê planê dihat xwestin ku tevgera azadiyê bê tasfiyekirin. Bi terorîzekirina siyaseta demokratîk xwestin têkilya me ya bi gel qut bikin. Ev operasyon tenê ne ji bo şaredariyên me bûn, bi awayekî giştî li hemberî gelê kurd bû û perçeyeke tevgera tirsandin û tepisandinê bû." 
 
‘ME BAJAR LI SER ASASÊN SIYASETEKE DEMOKRATÎK BI RÊ VE BIR' 
 
Gultekn, diyar kir ku dema Şaredariya Tozanê ket destê wan, peywira wan a ewil ew bû ku bajêr bi siyaseteke demokratîk bi rê ve bibin û got: "Li navçeya Tozanê gelê kurd û azerî bi awayekî wekhev bi hev re dijîn û navçeyeke pirzimanî û pirçandî ye. Pergalê bi salan polîtîkayên cihêkariyê bi rê ve birin û ev yek bûbû sedema ku gel pev biçin. Armanca me ew bû ku em navçeya Tozanê veguherînin bajarekî aştiyane. Me pirsgirêkên di navbera gelan de çareser kir û me got ev pirsgirêk pirsgirêka wekhevî û azadiyê ye. Me tim ji gelê xwe re bilêv kir ku pirsgirêka wekhevî û azadiyê tenê ne ya gelê kurd e. Me bi hemû derdorên ku pergalê ew înkar dikin re nîqaş kirin." 
 
‘GEL, MECLÎSA XWEZAYÎ YA ŞAREDARIYÊ BÛ' 
 
Gultekîn, diyar kir ku ew sal û nîvekê li ser şaredariyê man e û di wê sal û nîvê de projeyên ku amadekirin, bi gel re parve kirine û ji bo projeyan bi gel re şêwirîne. Gultekîn diyar kir ku gel meclîsa şaredariyê ya xwezayî bû.
 
Gultekîn, diyar kir ku tayînkirina qeyûman "xespkirina vîna gel e". Gultekîn, anî ziman ku dema qeyûm hat tayînkirin ewilî "Peykerê Aştî û Biratiyê" rûxandiye û got: "Armanca wan ne sererastkirina wê derê bû. Derdê wan Peykerê Aştî û Biratiyê bû. Li têketina navçeya Tozanê tabelaya li ser bi sê zimanan 'Hûn bi xêr hatin' nivîsandî hebû. Bi kurdî, tirkî û ermenîkî. Nivîsa bi ermenkî jî rakirin. navê Parka Kobaniyê kirin 'Parka Şehîdên 15'ê Tîrmehê'. Meclîsa şaredariyê gelek proje erê kiribûn, lê belê qeyûm yekê ji wan jî pêk neanî. Tu qîmeteke qeyûm li cem gel tune ye. Niha tu têkiliya gel bi şaredariyê re tune ye. Heta pir ne mecbûrî be, gelê Tozanê naçe şaredariyê." 
 
'QEYÛM GIRÊDAYÎ AŞREDARIYÊN AKP'Î NE' 
 
Gultekîn, diyar kir ku dema ew li ser kar bûn gelek planên wan hebûn û ji bo wan serlêdan pêk anîbûn, lê belê niha hemû hatine rawestandin. Gultekîn, destnîşan kir ku qeyûmên hatine tayînkirin hemû girêdayî şaredariyên mezin ên AKP'î ne. Gultekîn, bilêv kir ku Şaredariya Tozanê jî niha girêdayî Şaredariya Mezin a Enqereyê ye. Gultekîn, anî ziman ku dema li Tozanê rêyeke 10 kîlometreyî bê asfaltkirin, şîrketên girêdayî Şaredariya Mezin a Enqereyê rêyê çêdikin, Gultekîn, diyar kir ku konteynerê çopê yên Tozanê hene, lê belê konteynerê Şaredariya Mezin a Enqereyê anîne û tu pirsgirêkên navçeyê nehatine çareserkirin. Gultekîn, bilêv kir ku ger qeyûm nehatana tayînkirin, heta niha dê wan ev pirsgirêk çareserkiribana. 
 
‘EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Gultekîn, destnîşan kir ku qeyûm ne gel e û got: "Ew bendên dewletê de, karmendê dewletê ne. Kî ferman bide wê pêk tînin." Gultekîn, diyar kir ku di hilbijartina herêî ya bê de dê gel şaredariyên xwe ji qeyûman bistîne û got: "Hemû hewldana me, têkoşîna me ji bo vê ye. Girtin, binçavkirin, dûrxistina ji peywirê û tayînkirina qeyûman nikare me ji têkoşîna me dûr bixe. Em ê ji bo maf û daxwazên xwe bitêkoşin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin."