Qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê di rojeva Meclîsê deye

img
 
ENQERE - Parlamenterê CHP’ê yê Manîsa Suleyman Bulbul qedexekirina pêşangeha wêneyên Dayîkên Şemiyê bir rojeva Meclîsê.
 
Piştî qedexekirina çalakiya Dayîkên Şemiyê ya Qada Galatasarayê, destûr ji bo pêgangeha wêneyan a têkoşîna wan dike mijar jî nehat dayîn. Pêşangeha ji 37 wênayan pêk tê, ya ji aliyê Atolyeya Belgefilma Rasteqîn a Civakparêz ve hatibû amedekirin, hatibû xwestin ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li naveçya Datça ya Muglayê bê pêşandan. Lê qeymeqamê navçeyê destûr neda ku pêşangeh bê vekirin. Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê yê Manîsa Suleyman Bulbul, qedexeya pêşangehê bir Meclîsê.
 
Bulbul, diyar kir ku pêşangeha wêneyan a pirtûka bi navê “Windakirinên dibin çavan de - Dayikên Şemiyê” berê li bajarên mîna Enqere, Stenbol û Amedê hatibûn pêşandan. 
 
Bulbul, ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu bi bersivîne, ev pirs kirin: “
 
* Bi kîjan hincetan, destûr ji bo pêşangeha wêneyan a Atolyeya Belgefilma Rasteqîn a Civakparêz a Dayikên Şemiyê nehat dayîn? 
 
* Gelo 37 wêneyên di pêşandgehê de, yek bi yek di lêpirsînê re derbas bûn? Ger hatibe lêpirsîn, kîşan wêne bi fikar hat dîtin?
 
*Ger tunebe, gelo tenê navê pêşandanê ya 'Windakirinên dibin çavan de - Dayikên Şemiyê' bes hat dîtin ku bê qedexe kirin?