HDP’ê pirsgirêkên welatiyên astengdar bir Meclîsê

img
EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, pirsgirêkên welatiyên astengdar ên li bajêr bir rojeva Meclîsê. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, li ser nûçeya welatiyên astengdar li Edeneyê ji ber sererastkirinên pêwîst nayên kirin, pirsgirêkên mezin dijîn a di Ajansa Mezopotamya (MA) de hat weşandin, pirsname dame meclîsê.  Hatîmogullarî, diyar kir ku ji bo kesên astengdar beşdarî jiyana civakî bibin, azadiya ger û geştê bijîn, girînge ku derfet ji bo wan bên avakirin. Hatîmogullari, da zanîn ku yek ji bajarên ku herî zêde astengdar rastî zor û zehmetiyan tên Edeneye û her ku diçe ev pirsgirêkên astenkdaran zêdetir dibin. Hatimogullarî di vê çarçoveyê de, ji bo bi bersivîne hin pirs ji Wezareta Xebat, Xizmeta Civakî û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk kirin.   
 
Hatimoglu, ev pirs ji wezîr pirsîn: 
 
“* Her çend wezareta we bêje ji bo azadiya gera astengdtaran pere dane şaredariyan jî ajokarên otobusan astengiyan derdixin. Di vê mijarê de we çi lêpirsîn kiriye? We çi tedbîr girtiye. Wezareta we di vê mijarê de tedbirên çawa digire? 
 
* Şaredarî ji bo ajokarên otobus, dolmîş û otobusên taybet, der barê astengdaran de perwerdehiyek çawa dide. Tu xebatê we yên perwerdehiyê hene? Ger ku mafê astengdaran bê xwarin cezayekî çawa tê dayîn? 
 
* Ji bo astengdar bi hêsan karibin di peyarêyan de bimexin guhertinek çawa hatiye kirin. Ger ku rastkirin tune be çima? 
 
* Dema rastkirina trafîkê tê kirin, çima astengdar li ber çavan nayên girtin? Ji bo vê mijarê xebatnê we çine? 
 
* Di qada civakî û trafîkê de çima mirovên astengdar li ber çavan nayên girtin. Xebatê we çine?"