Temellî: Dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e

img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê di civîna "Amedakariya ji bo hilbijartinên herêmî" axivî û bang kir ku her kes ji bo Idlibê ku ber bi şer ve diçe, tişta ku ji dest tê bike. Temellî got polîtîkaya şer a AKP’ê bûye sedema rûxandina aborî û dem dema demokrasiya herêmî û gel bigîhîjin hev e. 
 
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dînamîkên heremê, rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê ji bo civîna "Amedkariya hilbijartina herêmî" ji bo du rojan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP'a Amedê li hev kom bûn. Di civînê de parlamenter, hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rewşenbîr, hunermend, nûnerên gelek saziyên pîşeyî û saziyên rêxistinên sivîl amade bûn. 
 
Civînê bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dest pê kir. 
 
'TIRKIYE ŞERÊ IDLIBÊ TEV DIDE'
 
Temellî destpêkê bal kişande ser tecrîdkirina  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Destpêkirina tecrîdê tê maneya ku mirov Tirkiyê bixe nav pêvajoyeke şer." 
 
Temellî bal kişande ser rewşa amedkariya şerê li ser Idlibê û wiha domand: "Li pêş me şerên giran hene. Îro Idlib bi encama polîtîkayên şer ên Tirkiyê bi vî rengî di rojevê de ye’’ û domand, ‘’Divê gelên Sûriyê ji bo siberoja Sûriyê biryarê bidin. Rejîma Sûriyê paşerojê gelek şaşiyên mezin kirine. Heqderketina ji van şaşiyan ew e ku gelên Sûriyê tevlî pêvajoye bibin."
 
'JI BO IDLIBÊ ÇI JI DESTÊ KÊ TÊ DIVÊ BIKE'
 
Temellî got ew ê bi israr li ser aştiyê rawestin û wih pêde çû: "Ji bo ku li Idlibê çareseriyeke bi aştiyê bibe çi ji destê kê tê divê bike. Em bang li hemû cîhanê dikin. Binerin, ên ku li ser Efrînê bêdeng man, hevkarê sûcên li Efrînê ne. Îro li Efrînê talan, êşkence heye, jin li bazaran têne firotin. Wê demê dema ku ji bo Efrînê me behsa aştiyê kirî em tawanbar dikirin, niha dema ku li ser Idlibê bazarê dikin, bêyî ku fihêt bikin behsa aştiyê dikin."
 
'SEDEMA MEZIN A KRÎZA ABORÎ POLÎTÎKAYA ŞER E'
 
Temellî şerê 3 sal in tê birêvebirin bi bîr xist û wiha got: "Li Kurdistanê û Tirkiyê şet tê kirin. Şerê li Pirsûsê dest pê kir, heta bi Cizîrê, Pirsûsê û Enqerê hatiye. Şer ji bo ku nerawestiyaye di nav civakê de rûxandinê pêk aniye û hejariyê aniye. Îro yek ji sedema sereke ya mezin a krîza aborî polîtîkayên şer in." 
 
Temellî da zanîn ku Tirkiye ji berîka karker, hejaran meaş dide endamên OSO'yê yên dibin banê Tirkiyeyê de li Efrînê li dijî kurdan şer dikin. 
 
'KES NIKARE ŞER JI NEDÎTÎ VE WERE'
 
Temellî destnîşan kir ku lazim e li dijî şer têkoşînek hevpar a giştî hebe û wiha dewam kir: "Hûn nikarin bibêjin bila şer dûrî min be. Şer hatiye ber deriyê her kesî. Binerin ji ber sedema şer zozan hatine şewitandin, Dersim hat şewitandin. Ne dar man, ne zozan, ne xwedîkirina sewalan." 
 
'EM Ê JI QEYÛMAN RIZGAR BIBIN' 
 
Temellî bal kişand ser pêkanînên qeyûmên tayînî ser 95 şaredariyên DBP'ê kirin e û wiha axivî: "Polîtîkayên qeyûman ku dewlemendiya gel dixwin, şaredariyan dixin bin deynan de, êrîş dibin ser nirxên gel, ziman, jin û zarokan. Qeyûm bi rengekî ku careke din neyên wê ji vê erdnîgariyê biçin. Bi trîlyonan deyn kirine stûyê şaredariyan. Wê wan deynên xwe nedin. Dema ku di rêveberiyên herêmî de em hatin ser kar, em ê dîsa tabelayên xwe daleqînin, em ê saziyên ku hatine girtin vekin. Bi tecrûbeyên xwe yên berê em ê hişmendiyeke nû bînin rêveberiyên herêmî." 
 
'HIŞMENDIYA ME YA DEMOKRASIYA XWECIH WÊ XITIMANDINÊ VEKE’
 
Temellî diyar kir ku ber bi hilbijartinên herêmî ve dixwazin di 7 mehan de baş bixebitin û got: "Em ê bi perspektîfa demokrasiya radîkal, hişmendiya demokrasiya xwecih pêk bînin û demokrasiya herêmî û gel bigîhînin hev. A rast ew e  ku mirov bajarê xwe birêve bibe. A rast ew e ku vîna siyasî jiyana civakî dîsa bihone. Hişmendiya me ya demokrasiya herêmî wê xitimandinên li Tirkiyê veke."
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî bi sernavên "Di siyaseta demokratîk de polîtîkaya serdema nû û xeta muxalefetê", "Li dijî tecrîdê xeta çalakiyê" û "Stratejiya rêveberiyên hjerêmî" bidome.