Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya Dersîmê

img
DERSÎM - Heyeta HDP’ê ku ji 11 parlamenteran pêk tê, dê sibê biçe herêma şewatê ya Dersimê û li herêmê lêkolin bike. 
 
Şewata li çoltera girêdayî navenda Dersimê ku 18 rojan berdewam kir û bi hezaran dekar daristan hatin şewitandin, bi mudaxeleya dildaran hatibû temartin. Di sibeha 26'ê Tebaxê de bombebaran pêk hat û carek din şewat derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, duh serê sibê saet li derdora 07.00’an 2 helîkoptêran herêma Newala Balî û Muşkirek bombebaran kirin û ji ber vê bombebaranê şewat carek din derket. Hat zanîn ku şewatê belavî herêma çoltera Rengul a Çiyayê Sincikê û li herêma Balî û Muşkirek jî şewat berfireh dibe.  Rêxistina HDP’ê bi armanca mudaxaleya şewata daristana Dersîmê bike dê heyeta ku ji 11 wekîlan pêk tê bişîne Dersîmê. Heyeta HDP'ê dê sibê saet di 10:00'an de biçin Dersimê û li herêma şewatê lêkolîn bikin. Dê ewil biçin esnafan ziyaret bikin û saet di 12.00'an de jî biçin herêma şewatê lekolîn bikin. Saet di 19.00'an de jî dê li Qada Seyit Riza daxuyaniye bidin çapemeniyê. 
 
Heyeta ku ji Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Mahmut Togrul, Erkan Baş, Huda Kaya, Meral Danış Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Tîryaki Dilşat Canbaz, Kemal Bulbul pêk tên dê sibe biçin Dersimê.