Lavrov: Li Idlibê bi deh hezaran mîlîtan hene
Çavuşoglu: Li Idlibê çareseriya leşkerî dê felaketê bîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavûşoglû bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re li Moskowayê hatin cem hev. Wezîr Lavrov, diyar kir ku li Idlibê bi deh hezaran mîlitan hene. Wezîr Çavuşoglu jî diyar kir ku li Idlibê çareseriya leşkerî dê bi xwe re felaketê bîne. 
 
Di vê pêvajoya ku rejîma Sûriyeyê amadekariyê operasyona li dijî Îdlibê dike û têkiliyên navbera Tirkiye û DYA'yê aloz dibe de, di navbera Enqere û Moskowayê de hevdîtin zêde bûn. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, li Moskova hatin cem hev. Çavûşoglu û LAvro li ser rewşa dawî ya Idlibê û Sûriyeyê axivîn. Çavuşoglu û Lavrov, piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
LAVROV: HEMÛ KOMÊN ÇEKDAR ÊN LI IDLIBÊ KU TIRKIYE DESTEKÊ DIDE BI DAÎŞÊ VE GIRÊDAYÎ NE
 
Lavrov piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de bal kişand ser meseleya vîzeyê û got: "Weke aliyê Rûsyayê, me piştrast kir ku ji bo hêsankirina vîzeyê ji bo welatiyên Tirk ên li hin kategoriyan, em ji danûstandinan re amade ne. Û di demeke kin de em ê vê mijarê binirxînin. Me li hev kir ku ji bo peymanên di vê mijarê de bên amadekirin, mekanîzmaya şêwirmendiyê were avakirin." Lavrov diyar kir ku di hevdîtinê de ya bi beşdariya wezîrên parastinê û saziyên îstîxbaratê yên Rûsya û Tirkiyeyê, mijara Îdlibê hatiye nirxandin û got: "Me  giranî daye ser mijara 'mûxalîfên nerm' ji yên din." Lavrov da xuyakirin ku weke wezîrê karên derve wê di vê mijarê de bi wezîrê parastinê re civînekê li dar bixe, lê mebesta xwe ji "mûxalîfên nerm" eşkere nekir. Temamiya komên çekdar ên li Îdlibê ku Tirkiye destekê dide wan, bi El Nûsra û DAÎŞ'ê ve girêdayî ne.
 
 
ÇAVUŞOGLU: ÇARESERIYA LEŞKERÎ DÊ BIBE FELAKET 
 
 
Mevlut Çavûşoglû ku bi Lavrov re daxuyanî da çapemeniyê got: "Ji bo ku em têkiliyên xwe ji hemû aliyan ve bînin asta herî bilind em kêferatê dikin. Lîderên me gelek caran têne cem hev. Ev hevkariya ji nêz ve dike ku hin dost û kes bide xisin. Dibe ku têkiliyên me hin kesan bidexisînin. Rûsya ji bo me hevkarê stratejîk e. Li Îdlibê hin komên radîkal gelê sivîl aciz dikin. Divê em terorîstan û mirovên din ji hev veqetînin. Ji bo me hemû rêxistinên terorîst yek in. Ne tiştekî veşartî ye ku têkiliya komên çete û hevkariya wan bi Enqereyê re heye. Li ser siberoja Îdlibê çima bi Tirkiyeyê re diaxivin jî vê bi rengekî zelal derdixe holê. Çareseriya leşkerî ji bo siberoja Sûriyeyê wê bibe 'bobelat'. Li şûna ku mirov êrîşê bi ser Îdlibê de bibe, em çawa dikarin çareser bikin, em divê li ser vê bixebitin."