Alper Taş: Krîza aborî dê bi koçberiyek nû zêdetir bibe

img

STENBOL – Endamê Lîjneya Serokan a ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî polîtîkaya Tirkiye ya têkildarî Sûriye ye û wiha got: "Şerekî li diji Idlibê pêk bê, dê rê li pêş koçberiyek mezin a ber bi Tirkiyeyê ve veke. Divê hêzên muxalif der barê hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî amade bin." 

Endamê Lijneya Serokan a Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) Alper Taş, der barê krîza aborî ya Tirkiye û rageşiya di navbera Tirkiye û DYA de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Taş, anî ziman ku îktîdar sedema krîza aborî wekî DYA nîşan dide û wiha got: "Teqez sedem ne DYA ye. Ev nêzîkatiya îktîdarê teqez ne rast e. Ji ber hikûmeta AKP'ê, Tirkiye bi sermayeya Emperyalîzma DYA û hêzên derve yên navneteweyî ve girê da li Krîza aborî pêş ket. Ger ku niha di navbera DYA û Tirkiye de krîz derneketiya jî dê dîsa krîza aborî xwe nîşan bidaya. Berê jî diyar bû ku dê krîz derkeve holê. Ji ber krîz xuya dibû hilbijartina pêşwext pêk anîn. Li Tirkiye krîza aborî bi kok û kûr e. Îktîdarê tenê piştgirî da hevkarên xwe, bi deynan aborî li ser piyan hişt, deyn tev dan pebatê, Krîz bi kok e. Bi pergala Serokdewletiyê hat dîtin ku ev ne çareseri ye. Dijberî vê yekê krîzê bêtir kûr dike." 
 
'YÊN DIBÊJIN XWECÎHÎ TIRKIYE BI DYA VE GIRÊDAN' 
 
Taş, anî ziman ku kesên dibêjin xwecihî û propaganda dikin Tirkiye bêtir bi DYA ve girêdan û wiha got: "Hikûmet di serdema krîzê de ji berpirsiyarên xwe direve. Berpirsiyariya xwe vedişêre. Îktîdar niha bi hesta "Neteweyî" û xwecihî" piştgiriyê çê dike. Ser polîtikayên xwe yên ku xwe dispêre piyasa neoliberal, deyn, rant û kedxwariyê bincil dike. AKP'ê ev yek ji bo xwe kir wekî feraset. Bi hesta nijadperestiyê dixwaze sûcê xwe têxe stuyê DYA'yê. Sedema esasî polîtîkayên Tirkiye yên li dijî şerê Sûriye ye." 
 
‘KOÇBERIYA IDLIBÊ DÊ ZORÊ LI TIRKIYE BIKE
 
Taş, anî ziman ku li Tirkiye rejimek nû hatiye avakirin. Ev jî rejîma krîzê ye. Taş, destnîşan kir ku pergala ku ne aborî û demokratîk be, bi awayekî xwezayî hêza krîzê di nava xwe de diparêzê wiha got: "Divê aborî, siyaset û polîtîkaya derve, divê vê rejîma krîzê bibîne. Yek ji sedema krîzê polîtîkaya Tirkiye ya li dijî Sûriye ye. Li şûna pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokratîk çareser bike, li gorî xwe tev geriya û polîtîkayênk şer pêş xist. Îktîdar hemû aborî û butçeya Tirkiye li şer û çekan xerç dike. Tirkiye li gorî DYA û Rûsya li dijî Efrîn  û Minbicê ket nava pozisyonên cuda. Hêzên şer DYA û Rûsya yên li dijî rejîma Sûriye şer sor dikin û hêzên şer li Idlıbê kom kirin. Tirkiye hemû hêzên şergir li Idlıbê kom kirin. Şerê li Idlıbê pêş bikeve dê rê li pêş koçberiyek mezin veke. Berê vê koçê ber bi Tirkiye de ye. Koçberiya ber bi Tirkiye ve dê li Tirkiye krîza aborî kûrtir bike. 
 
DIBE KU HILBIJARTINA HERÊMÎ DI MIJRADÊ DE BE 
 
Taş, ani ziman ku eniya AKP'ê diyar dike ku dê hilbijartina rêveberiyên herêmî di mijdarê de pêk bê û Serokomar Erdogan li gorî vê yekê got 'Em dê hemû şaredariyên mezin bi dest bixin' Ev nîşaneya krîzek nû ye. Ji bo wan di mijdarê de hilbijartin bêtir avantaj e. Wan hilbijartina pergala Serokdewletiyê di 24'ê Hezîranê de pêk anin û dê hilbijartina herêmî jî di mijdarê de pêk bînin. Xwestin ser krîza aborî veşêrin. Lê ji bo vê yekê guhertina zagonî pêwist e. AKP niha dibêje ‘Hûn deng bidin hûn dê xizmetê jî bistînin" Ji niha de ji bo hemû hêzên xwe yên navendî dixe nava tevgerê." 
 
MA / Necla Demir