HDP’ê cezayê Zarok TV’yê bir Meclîsê

img
WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç têkidarî cezayê ku RTUK’ê ji ber stranên kurdî li Zarok TV’yê birî pêşniyazpirsek da Meclîsê. Di pêşniyaz pirsê de daxuyaniyên Erdogan ên beriya niha yên der barê ‘Kurdistanê’ de hatin bi bîr xistin. 
 
Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) beriya çend rojan bi hince ku stranên kurdî yên bi navê "Gula min Cizîra Botanê” û “Kurdistan Pir Şêrîn e” weşandiye, ceza li Zarok TV’yê birîbû.  Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy bibersivîne pêşniyazpirsek da Meclîsê. 
 
Di peşniyazpirsê de hat diyarkirin ku stranên "Gula min Cizîra Botanê” û “Kurdistan Pir Şîrîn e” bi salane ji aliye gel ve tên gotin û ev tişt hatin vegotin: “Bi vê biryarê re pêkanînên antî demokratik ku demeke dirêj e li dijî mîrateya çand û dîroka kurdan didomin, tên hincetkirin. Halbukî Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bixwe jî di 19’ê mijdara 2013’an de Komcivîna AKP’ê ya meclisê bi awayekî berfireh qala hebûn parêzgeha ‘Kurdistanê’ kiribû. Her wiha Erdogan di 1991’an de dema serokê Partiya Refahê yê Stebolê bû jî di rapora ku bi ser navê ‘Pirsgirêka Kurd û Pêşniyarên Çareseriyê’ amade kiribû de diyar kiribû ku heremên wek Rojhilat û Başûrê Rojhilat tê zanîn, demên berê perçeyê ‘Kurdistanê’ bûne. 
 
Çend pirsên ku Sarisaç di pêşniyazpirsê de kirine wiha ne; 
 
* Ji ber ku di bernameya "Yarin û Şerko” de 2 stranên ku peyvên ‘Kurdistan’ derbas dibe hatine gotin ceza li Zarok TV’yê hatiye birîn. Derbarê ceza de çi agahî li wezareta we hene.?
 
* Hinceta hiqûqî ya cezayê ku ji Zarok TV’yê re hatiye birîn çî ye?
 
* Cezabirîna ji ber peyva ‘Kurdistan’ bi peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wane re ahengdar e?
 
* Feydeyeke çawa di têkildarkirina terorê ya stranên ku bi salan e di nav gel de tên gotin de heye?