Ozsoy: Rojava hîn kir ku Erdogan ji darê zorê fem dike

img

ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy krîza di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nirxand û diyar kir ku raya giştî ya rojava jî hîn kir ku Erdogan ji darê zorê fem dike. 

 
Parlamenterê Amedê û Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy krîza ku ji ber sînordarkirina krediyên ji bo Tirkiyeyê, girtina rahîb Andrey Brûnson û daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên danekirinên li dijî Tirkiyeyê, di navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê de derket nirxand. Ozsoy bi bîr xist ku di navbera Tirkiye û Amerîka de gelek pirsgirêk hene û pirsgirêka rahîb Brûnson jî ji van pirsgirêkan yek e û wiha got: “Ev pirsgirêk pirsgirêkên binyadî ne. Brûnson bê berdan jî pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pêre nikarin bên çareserkirin.”
 
‘LI AMERÎKAYÊ DU NÊZIKBÛN HENE’
 
Ozsoy diyar kir ku wek dewlet polîtîkeyeke zelal a Amerîkayê ya ji bo Tirkiyeyê tune ye û wiha axivî: “Di navbera Pentagon û Wezareta Karên Derve de fikreke hevpar tune ye. Li Amerîkayê li dijî Tirkiyeyê 2 nêikbûn hene. Yek jê naxwaze bi Tirkiyeyê re bixebite û danekirinên li dijî Tirkiyeyê diparêze. Yek jê jî ji ber jeopolîtîka Tirkiyeyê û berjewendiyên Rojhilata Navîn dixwazên bi Tirkiyeyê re di nav têkiliyan de bin.”
 
 ‘TÊKILÎ DI NAV KRÎZEKE MEZIN DE NE’
 
Ozsoy destnîşan kir ku doza Brûnson taybetmendiyek dawerî girtiye û ev tişt anîn ziman: “Pirsgirêkên bingehîn ên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nêzbûna Tirkiye û Rûsyayê, kirîna noşekên S-400, Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê, polîtîkaya aboriyê ya Tirkiyeyê û têkiliyên Amerîkayê yên bi kurdan re ne. Di dîplamasiyê de heta pirsgirêkên binyadî neyên çareserkirin, dê pirsgirêkên di navbera 2 welatan nikarin bên çareserkirin. Di mijara Sûriye, Îran û Îsraîlê de divê Tirkiye bi awayekî micid biryar bide.”
 
‘PIRSGIRIKÊN WAN ÊN MÎNA TIRKIYEYÊ HENE’
 
Ozsoy di berdewamê de got ku hem Amerîka hem jî Ewropa pirsgirêkên wan ên mîna Tirkiyeyê hene û wiha pê de çû: “Li gel vê yekê jî  her tim bi tawîzan çûna Tirkiyeyê ya ber bi cihekî din ve asteng dikin. Ji ber her ku diçe Tirkiye daxwazên xwe zêdetir dike wisa xweya ye dê tawîzên wan jî têr nekin. Ji ber van daxwazên Erdogan di nav raya giştî ya rojava de dijberiya Erdogan zêde dibe û didome.”
 
‘NIKARE TIŞTEKî BIKE’
 
Ozsoy da zanîn ku Tirkiye ne demeke nêz de û ne jî demeke dirêj de li Rojhlita Navîn bê Amerîka nikare tiştekî bike û wiha got: “Amerîka her çiqas di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn a Sûriyeyê de hin tişt ji destê Rûsyayê re berda be jî, dewleta herî bi hêz a cîhanê ye û bandorê ji sêsêyan yekê aboriya cihanê dike. Her wiha Amerîka dewleta herî bi çek e û piraniya pêvajoyên leşkerî di bin kontrola wê de ne. Ji ber vê yekê dê kasimpaşatî kêrî tiştekî neyê.”
 
‘SADDAM HUSEYÎN TÊK BIRIN’
 
Ozsoy anî ziman ku ji ber jeopolîtîka xwe Tirkiye ji aliyê rojava û Amerîkayê ve nayê paşguhkirin û wiha domand: “Ji ber vê yekê Tirkiye jî dixwaze li gorî berjewendiyên xwe teşe bide pêşketinên Rojhilata Navîn. Welatên Rojava û Amerîka di vê mijarê de gelek taqwîz jî dane Tirkiyeyê. Lê di têkiliyên navneteweyî de dibe ku guhertin jî pêk werin. Divê ev neyê paşguhkirin. Wek mînak welatên rojava û Amerîkayê li dijî Îranê 8 salan bi Saddam re tifaq çêkirin. Lê bi destpêkirina şerê kendavê re Saddam firotin û herî dawî ew darvekirin.”
 
ÊDÎ KÊR GIHÎŞTIYE HESTΠ
 
Ozsoy bi bîr xist ku Tirkiye her tim ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi welatên rojava û Amerîkayê re mijara penaberan wek koz bi kar aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber girtina welatiyên welatên rojava û Amerîkayê, raya giştî ya rojava hîn bû ku Erdogan ji darê zorê pêştir ji tiştekî din fem nake. Derbasbûna pêşnûmeya sînordarkirina krediyên navneteweyî yên ji bo Tirkiyeyê ya ji Senatoya Amerîkayê jî eleqeya xwe bi vê mijarê re heye."
 
‘ERDOGAN ÊDÎ NIKARE BERDEWAM BIKE’
 
Ozsoy nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi qasî ku ez dibînim, ji niha şûn de dê Erdogan di hin mijaran de tawîzan bide û bixwaze têkiliyên xwe yên bi cîhanê re tamîr bike. Di vê mijarê de çi qas bi ser keve ne diyar e, lê aboriya wî ya ku li ber vê yekê bide tune ye. Wisa diyar e ku dê mijara dîplomasiyê de xwe nerm bike. Heke wiha nebê dê nikare li ber xwe bide.”
 
MA / Selman Guzelyuz