HDP dê li Meclîsê muxaliftiyê bike û bi gel re jî têkoşînê bihûne

img

WAN - Koma HDP’ê ya Meclîsê, di encama nîqaşên di çarçoveya diyar kirina xeta polîtîk a serdama nû de ku 3 rojan li kampê bi rêve birin de, biryara dê li Meclîsê muxalîftî bikin û bi gel re jî dê têkoşînê bihûnin derket holê. 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter û rêveberên partiyê, ji bo xeta xwe  ya polîtîk û têkoşînê ya serdeman nû diyar bikin, di 20’ê Tîrmehê de ji bo 3 rojan li Wanê di kompê de civiyan  û nîqaşên berfireh kirin.  Nîqaşên di kampê de hatin kirin, di 28 û 29’ê Tîrmehê de dê weke pêşniyar pêşkêşî civîna Meclîsa Partiyê (PM) bê kirin û dûre di Desteya Rêveriya Navendê (MYK) dê weke biryar bê qebûlkirin.   
 
JIN Û CIWAN 
 
Koma Jinan a Meclîsê, di roja ewil a kampê de, li ser têkoşîna azadiya jinê û polîtîkayên AKP’ê yên li dijî têkoşîna jinan nîqaş kirin. Di civînê de têkoşîna jin û ciwanan weke “Bingehek mezin a partiyê’ hat nirxandin. Hat xwestin ku ji nû de bi rêxistinên jin û ciwan re bên gel heve û xeta têkoşînê bihûnin. 
 
BI GEL RE HATINA GEL HEV
 
Piştî civîna Koma Jinan a Meclîsê, Koma HDP’ê ya Meclîsê hatin gel hev û dinava du rojan de nîqaşên girîng hatin kirin. Rojevên civînê yên sereke avabûna pergala hikûmeta Serokkomariyê û li dijî vê dê muxalifetiyek çawan bireve bibûn bû. Di encama nîqaşên hatin kirin de, HDP dê di Meclîsê de muxalîftî bike û têkoşîna bi gel re rêxistin bike, herî zêde derket holê. 
 
ENIYA DEMOKRASIYÊ  Û YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Di civînê de dîsan li ser eniya demokratîk û yekitiya neteweyî ya Kurd nîqaş hatin kirin û hat xwestin ku HDP bi hevparên xwe re kom bibe û eniya demokrasiyê ya li rojava mezin bike û li herêmê jî di çarçoveya Yekîtiya Neteweyî de xebatên xwe xurt bike. 
 
HILBIJARTINA HERÊMΠ
 
Yek ji mijarên sereke yên rojava civînê hilbijartina herêmî ya dê di meha Adara 2019’an de bê kirin bû. Li ser feraseta demokratîk a herêmê nîqaş hatin kirin û ji bo bi hêz kirina rêxistinbûyan herêmî xalên girîng hatin ser ziman û ji bo nêrîn û pêşniyarên gel bên girtin dê civînên gel bên li darxistin. 
 
TECRÎT Û GIRTÎGEH
 
HDP’ê di civîna xwe de xala herî girîng a pergala tecrîtê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, girtiyên parlamenter û siyasî jî nîqaş bi rêve birin. Di nîqaşan de hat gotin ku divê li dijî îşkece û pêkanîna pergala tecrîtê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekê aktîf têkoşîn bê dayîn û hemû xebat di vê  çarçoveyê de bên meşandin. 
 
BIHÊZKIRINA PM Û MYK’A YÊ
 
HDP’ê di hemû nîqaşên dan meşandin de, hedef kir ku PM û MYK’ê bi hêztir bike û bernamzetên parlamenteriya hilbijartina 24’ê Hezîranê beşdarî van xebatan bike. HDP piştî civîna MYK dê di meha Tebaxê de cardin li qadan dê bi gel re bên gel heve û têkoşîna xwe bi hevre bidin meşandin. 
 
MA/ Ozgur Paksoy