Hamzaoglu: Bi girtina me xwestin hesab ji me bixwazin

img
STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu ê bi boneya li dijî operasyona Efrînê derket û hat girtin û piştî 5 mehan tahliye bû diyar kir ku hinceta girtina wî tenê ne aştîxwazî bûye û her wiha dewletê xwestiye bi girtina wan hesab bixwaze. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu yê akademîsyenê aştiyê bi boneya li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê derketibû, di 17’ê sibata 2018’an de li gel Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fadîme Çelebî bi îdiaya “Gel tahrîkî dijminiyê û kîndariyê dikin” û “Propaganda rêxistinê kirine” hatibûn girtin. Hamzaoglu û Çelebî di danişîna ewil a di 19’ê tîrmehê de hat dîtin hatin berdan. 
 
Hamzaoglu têkildarî hinceta girtin û atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘DAXWAZ AŞTÎ BÛ Û HÊJ EV DAXWAZ DEWAM DIKE’ 
 
Hamzoglu diyar kir ku beriya Tirkiye li dijî Efrînê oprasyonê pêk bîne bi piraniya gelên Tirkiyeyê haya wan ji Efrînê nînbû û piştî Tirkiyeyê êrîş bir ser Efrînê her kesî ferq kir li wir cihe wisa heye. 
Hamzaoglu anî ziman ku di 20’ê çile de Efrîn ket rojevê û got: “Di 11’ê sibatê de gotin ‘em di şer de ne.’ Di meha adarê de li kongreya AKP’ê ya Amedê bi gotina ‘Fetha Efrînê nêz e’ anîn rojevê. Herî dawî jî bi gotina ‘Bi saya Efrînê me em gihîştin westandina metal a di nava partiyê de.’ Ev her çar gotinên wan jî xwe di hundirê dewletê de dide nîşandan ku çiqas zû rastiyê diguherînin. Meseleya Efrînê ji pirsgirêka bekayê heta westandina metal a nav partiya xwe anîn. Lê dema em van mijaran bigirin dest heqîqetê nade nîşandan.”
 
Hamzaoglu got derdê wan ji bo aştî xera nebe û mirov neyê kuştin û ev rewş hêj derbasdar e. 
 
‘XWESTIN BI GIRTINÊ HESAB BIXWAZIN’ 
 
Hamzaoglu li ser girtina xwe got: “Hinceta girtina min tenê ne aştîxwazî bû. Di mijara Efrînê de ji me re gotin ‘Em we bi vî awayî nagirtin dest, me wek dewletê biryar daye.’ Piştî destpêkê me di pêkanînan de pir cûrebûnê dît. Ji bo 12 kesan biryara girtinê derxistibûn. Wê sibehê em 8 kes hatin binçavkirin. Di vê çarçoveyê de dewletê hesabê berê jî kiribû û dewletê xwest bi girtinê hesab bixwaze.” 
 
‘EM PIR RENGIYA CIVAKAN E’
 
Hamzaoglu bal kişand ser girîngiya HDK’3e û wiha got: “Em xebatek kesayetî nakin. Em behsa gelên Tirkiyeyê dikin. Hemû kes di hundirê HDK’ê de heye. Ji kedkaran bigire heta yên li derveyî her tiştî hatine hiştine ji kurdan bigire heta kesayetên LGBTÎ her kes heye. Em behsa rêxistinek berifereh dikin. Mirov HDK’ê wek xercekî pênase bike. Ev vehûna li ser vê axê derketiye holê nayê tunekirin. Nav bê guhertin jî kes nikare tune bike. Li dijî nûnerên HDK’ê hewldana têk birinê bên kirin jî, lê kes nikare wê paş de bixe.” 
 
‘EM NEKIN DÊ HÊVÎ BIŞKÊN’ 
 
Hamzaoglu li ser rakirina OHAL’ê ya ku mayînde dikin jî rawestiya û got: “Divê li ser tabloya derket holê em bi awayê ‘em dikarin biguherînin û dev jê bernadin’ bibînin. Divê em vê guhertin û bihêzkirinê bixin meriyete. Nexwe piştî vê yekê gavên rast neyên avêtin dê bi awayek micid hêvî bên şikestin. Hêviya gelên Tirkiyeyê hêj xwe diparêz e û li pey vê jî coşek mezin heye. Divê em hin bêtir bên gel hev û xwe bi rêxistin bikin. Heke em hêza demokrasiyê ava bikin û ji bo siberojê dikaribin bi qalîte tevbigerin gava herî baş em ê biavêjin.” 
 
‘CIHÊ ME KOLAN Û MEYDAN IN’ 
 
Hamzaoglu ji bo serdema pêş ya HDP’ê û HDP’ê jî got: “Cih û warê muxalefeta civakî ya di pêvajoya hilbijartinê de derketin pêş diyar e. Ev kolanin û qadin. Lê têr nake. Demek dirêj e me lêxistina deriyan û zindilan jî bîr kiriye. Me çûyîna malan û pirskirina malbatan ji bîr kiriye. Divê em demildest bizivirin ser van xebatên xwe û rêxistinbûyîna xwe bikin. Ya te dike şoreşger îrade ye ne breser e. Hûnê mehkûmî breseriyê bibin. Em neçarin bi îradeya xwe hebin. Wek berê ku pêk hat. Çimkî em şoreşgerin û em ji rihê şoreşgeriyê tên.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’ 
 
Hamzaoglu behsa rojên xwe yên li girtîgehê derbas bûn jî kir û wiha dewam kir: “Herî zêde min bêriya hevrê û dostên xwe kiribû. Ez jî wek welatiyek li girtîgehê mam. Dem û jiyan têr û tije derbas bû. Li girtîgehê her tişt plansaziya wê heye. Her roj bi sibehek nû destpê dikir. Kesê di ber me de ked dan spasiya hemûyan dikim.” 
Hamzaoglu di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê wek HDK’ê li cihê mane dêt êkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
MA / Necla Demîr - Muhammet Dogru