Buldan: Li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekane hêvî HDP ye

img

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekan hevî HDP ye û got: “Ji xwe rewşa CHP û partiyên mûxalîf li holê ye. Emê di serdam nû de bi gel re têkoşîna xwe mezin bikin. Mîna Birêz Ocalan jî gotî ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê Tirkiye ber bi zinarê ve biçe.”

 
Kampa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê bi derbasbûna Pergala Hikûmeta Serokkomariyê re,  ji bo diyarkirina xeta xwe  ya polîtîka û têkoşînê di navbera 20 û 22’yê Tîrmehê de li kampê civiya. Di kampê de li ser rewşa siyasî ya Tirkiyeyê nîqaşên pir girîng hatin kirin. HDP encama van nîşaqan dê di navbara 28 û 29’ê Tîrmehê de pêşkêşî civîna Meclîsa Partiyê bike. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, derbarê nîqaşên sê rojan li kampê birêve birin, xeta têkoşînê ya ji bo serdama nû û mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezopotanyayê (MA) re axivî. 
 
Buldan, diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê  ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hilbijartinek girîng bû û wiha got: “Ligel hemû neyîniyên hatin jiyîn jî, krîmînalîze kirina  HDP’ê û polîtîkayên tune hesibandina HDP’ê, me serkeftinek mezin bi dest xist. Me bi tena serê xwe benda hilbijartina 10 derbas kir û 67 parlamenter çûn Meclîsê. Bi guhertina pergala nû re, HDP’ê xeta xwe ya polîtîk û têkoşînê li Wanê diyar kir. Hem ji bo jinan û hem jî ji bo giştî me nîqaşên girîng bi rêve bir. Ji xwe pêdivî bi vê yekê hebû.” 
 
'MECLÎS GIRÊDAYÎ QESRÊ BÛYE'
 
Buldan, anî ziman ku Meclîs girêdayî Qesrê bûye û wiha axivî: “Kabîneya  hikûmetê ya hat avakirin, kabineye şer û bazirganiyê ye. Ji ber vê li pêş me serdem û pêvajoyek zor heye. Divê em mûxalifeta civakî bi hêz bikin û siyaseta demokratîk bixin pratîkê. Ji ber vê emê bi gelê xwe siyasetê bikin. Bêguman parlamenter lingekê vê yekê. Lê ya girîng bi gel re hatina gel heve û bi gel re mûdaxileyê vê pêvajoya kirine. Li pêşiya me faşîzmeke sazîbûyîn heye û encex em bi gelê xwer vê faşîzmê berteref bikin. Weke hemû kes jî dizane li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekane hêvî HDP ye.
 
Buldan, diyar kir ku hezek wan heye û wiha bilêv kir: “Hêza me di hilbijartina 24’ê Hezîranê de carek din derket holê. 6 mîlyon mirovan dengên xwe dan me. Ji vir û şûn de li Tirkiyeyê dê parlamenterek bêyî HDP’ê tune be. Hemû hêvî bi HDP’ê ve hatine girêdan. Ligel xebatên parlamentoyê, emê di warî wekhevî, azadî û demokrasiyê de jî têkoşîna xwe bi gelê xwe re bi rêve bibin.” 
 
‘AKP’Ê BI OHAL’Ê ÊRÎŞÎ HEMÛ MÛXALÎFÊN TIRKIYEYÊ KIR’ 
 
Buldan, bal kişand ser karina OHAL’ê jî û wiha pê de çû: “Tirkiyey tim serdemên OHAL’ê dijî. Ji salên 90’î bigirin heye roja îro tim Rewşa Awarte hebûye. Li Kurdistanê tu carî OHAL bi dawî nebû. Rêveberiya OHAL’ê ya Tirkiye bi rêve dibe, hemû polîtîkayên zilm û zordestiyê kirin pratîkê û em hemû bûn şahidê vê yekê. Bi OHAL’ê re êrîşî hemû mûxalifên Tirkiyeyê kirin. Lê emê bi hevre karibîn li dijî vê yekê jî derbikevin û bi ser bikevin.”
 
‘DIVÊ TECRÎTA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ RAKIRIN’
 
Buldan, qala pirsgirêka gelê Kurd a nayê çareser kirin jî kir û wiha axaftina xwe domand: “Li holê pirgirêka Kurd a çareser nabe heye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareser kirin, her ku diçe pirsgirêk mezintir dibin. Mîna Birêz Ocalan jî gotî ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê Tirkiye ber bi zinarê ve here. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin qûtkirin û pêvajo şer dest pê kir. Ev tenê bi Tirkiyeyê jî, sînordar nema. Gelek pêşketin li Sûriye û Iraqê jî hatin jiyîn. Ger pêvajoya çareseriyê berdewam bikira, dê rewşa Tirkiyeyê niha ne wisan bûya. Weke Birêz Ocalan jî gotî heya ev pirsgirêk çareser nebe, dê tim li Tirkiyeyê krîz bên jiyîn. Weke pêşdîtinên Birêz Ocalan vaye  îro li Tirkiyeyê krîzek mezin heye. Tirkiye bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ye. Îro hemû nêrînên Birêz Ocalan yek bi yek pêk tên. Tecrîtek mezin li ser Ocalan heye. Ji wî bi tu awayî agahî nayên girtin. A rastî divê berî her tiştî tecrîta li ser Birêz Ocalan bê rakirin.”
 
BI RÊBAZÊN DEMOKRATÎK ÇARESERÎ PÊKANE
 
Buldan, dest nîşan kir ku HDP tim di hedefê de bû  û wiha rêz kir: “Niha ji bo 4 parlamenterên me lêpirsîn vekirin. Em tu carî ji ceza û lêpirsînan natirsin. Çûyan taziyan ne tenê çanda gelê Kurd, di hemam demê de çanda hemû civaka Tirkiyeyê ye. Em bi vê çanda xwe ve girêdayî bin. Di heman demê girtina Leyla Guven ne biryareke ji rêzê ye. Biryarek siyasiye. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe Guven hilbijart. Ê vîna wî geliye û divê bê berdan.”
 
Buldan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Operasyona li ser Qendilê dê krizên Tirkiyeyê mezintir bike. Pirsgirêk bi şer nayên çareser kirin, bi diyalogê encex çareser bibin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî pirgirêka gelê Kurd çareser bikin. Ji bo pirsgirêka gelê Kurd divê rêbazên demokratîk ên çareserker bên bikar anîn. Ji derveyî vê, tu rê û rêbaz ne çareserîne û dê çareser nekin.”
 
MA / Ozgur Paksoy-Mujdat Can