Koma HDP’ê piştî hilbijartinê yekem car kom bû

img

ENQERE - Koma HDP’ê piştî hilbijartinê yekem car bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî kom bû

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi parlamenterên di 24’ê Hezîranê de hatin hilbijartin re yekem car li navenda giştî ya partiyê kom bûn û civîna girtî pêk anî. Di civîna bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên Partiyê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî de,  parlamenteran dest pê kê xwedan nas kirin. Dûre civîn li çapemeniyê girtî berdewam kir û hat diyar kirin ku di civînê de wê li ser encamên hilbijartinê nîqaş bên kirin.