‘HDP namzete ku bibe dengê hemû kesan’

img
STENBOL -  Nûnerê SYKP û EHP’ê, encamên hilbijartinê nirxandin û gotin: “Ji vê saetê û şûn de divê HDP hemû kesan hembêz bike, bibe dengê hemû kesan û rêxistineke ku bi mîlyonan behsa wê bike.”
 
Hevserokê Giştî y’ê Partiya Avakirina Ji nû de Sosyalîzmê (SYKP) Ahmet Kaya û Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sîbel Uzun, encamên hilbijartina serdema 27’emîn a Parlamenteriya Giştî, Serokkomariyê û derbas kirina bendê ya HDP’ê nirxandin.  
 
‘ROJÊN TARÎ LI PÊŞIYA ME NE’ 
 
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Ahmet Kaya, anî ziman ku derbas bûna HDP’ê ya bendê, diyar kirin ku dê li vî welatî tim komeke HHP’ê di Meclîsê de hebe û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka bingehîn a welate. Heya  ev çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabin û demokrasî li welat pêş nakeve. Berevajî pêvajoyek pir tarî li benda me ye. Li dijî rejîma yekzilamî divê em bi hev re têbikoşin. HDP namzeta ku bibe dengê hemû kesan.” 
 
‘TÊKOŞÎNA EVPAR GIRÎNGE’
 
Seroka Gîştî ya  EHP’ê Sîbetl Uzun jî, bal kişand ser têkoşîna hevpar û  wiha  got: “Ev têkoşîn di vê hilbijartinê de bi koktir bû. Beşên dibin siwana HDP’ê kom bûn û kesên li dora Muharrem Înce kom bûn, li dijî rejîma yekzilamî rêxistinek bi mîlyonan kom kir. Ev yek pir girînge. Me têkoşînek dem dirêj da pêşiya xwe. Lê divê têkoşîna bi rêxistin kirî û bi kok a dîroka gelê Kurd bê esas girtin. HDP’ê çawan karî ligel hemû zilam, girtin, êrîş û gefên kuştinê, di Meclîsê de bibe partiya sêyemîn, dê çep, sosyalîst û mûxalifetên demokratîk ên sosyalîst jî wisan HDP’ê ji xwe re mînak bigirin û bi heman şêwazî têbikoşin.”