Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike 2020-04-03 09:22:43 WAN - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, wê qanûna înfazê ya nû qanûna newekhev û cihêkariyê dijwartir bike û got: "AKP, dixwaze pêşnûmaya MHP'ê di vê krîzê de pêk bîne."  Cîgirê Hevseorkatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, qanûna înfazê ya nû ku berpêşî meclîsê hat kirin û girtiyên siyasî derî wê hatin hiştin ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    Dede, diyar kir ku divê ev qanûna ji du hêlan ve bê nirxandin û got: "Yek; ji ber vîrûsa coronayê ku li seranserê cîhanê û li welatê me belav dibe diviya girtîgeh bên valakirin û mafê jiyanê û tenduirstiyê yên girtiyan pêk bê. A rast tiştek bi vî awayî heye. Di xala 9'an de tê gotin kesên di girtîgehên vekirî de wê bi destûr bên hesibandin. A rast hêviay civakê ev bû ku ev ji bo hemû girtiyan pêk bê. Mesela berdana bi şertê konrolkirina edlî, hepa malê an jî kelemçeya elektronîk. He rwiha hêvî ew bû ku girtiyên enxweş hemû bên berdan. Lê di vê qanûnê de cihêkarî heye. Dewlet vê yekê qebûl dike; nexwe girtîgeh ji bo tenduristiyê deverine talûke ne ku ên di girtîgehên vekirî de dişîne malê. Heger rewş ev be, nexwe ev yek ji bo girtiyên din jî derbasdar e. Beriya her tiştî divê xala 9'an ji bo gritiyên din jî daxilî nav bê kirin bê guherandin. Çimkî niha beriya ehr tiştî pêdivî bi vê yekê heye."    AKP'A KEYSPEREST   Dede, destnîşan kir ku hikûmet dixwaze pêşniyara MHP'ê ya sala 2018'an bike qanûn û got, AKP, bi keysperestî nêzî serdemên aloziyî dibe. Dede, anî ziman ku di vê qanûnê de tişta girîng û lezgîn ew e ku xala 9'an bê guuherandin û got: "AKP, tiştên ku ji zûvde dike dîsa dike. Ji bo wê serdemên krîzê serdemên keysê ne. Ji ber vîrûsa coronayê meseleya girtîgehan dîsa ket rojevê, lê belê ew dixwaze bi vî awayî pêşniyara MHP'ê ya sala 2018'an pêk bîne. Bike qanûn. Lê belê bi vî awayî nayê qebûlkirin. Ne mimkun e mirov keysperestiya krîzî qebûl bike."    Dede, anî ziman ku wê bê vê pêşnûmayê re qanûna înafzê ya ne wekhev û cihêkar dijwartir bibe û got: "Em HDP, bi israr diyar dikin ku divê di gelek qanûnan de pêşiya demokratîkbûyînê bê vekirin."    Dede, diyar kir ku di qanûna heyî de dema înfazê ji bo girtiyên siyasî 3/4 û ji bo girtiyên edlî 2/3 ye, lê belê di ya niha de jî ji bo ên edlî 1/2 ye, lê ji bo yên siyasî dîsa 3/4 e û got: "Ev newekhevî nayê qebûlkirin. Her diçe navber firehtir dibe." belirtti.   CIHÊKARÎ TÊ KIRIN    Her wiha Dede bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Nexasim piştî vê vîrûsa coronayê deivê rewşa girtiyên nexweş dîsa bê nirxandin. Ên extiyar ji ber ku di grûba rîskê de ne pêşî divê rewşa wan esas bê girtin. Lê belê di qanûna înfazê de ji bo girtiyên nexweş jî cihêkarî heye. Dev ji hêla hiqûqî berde, ev di warê wijdanî û ehlaqî de jî nayê qebûlkirin. AKP, bi vê qanûnê dibêje, 'Heger tu wek min nefikirî, tu nexweş bî, tu extiyar bî jî ez te ber bi mirinê ev dişînim.' Wateya vê ev e. Lê em bi vî awayî qethiyen qebûl nakin."    Dede, bang li hikûmetê kir ku qanûan înfazê bi wayekî wekhev bê çêkirin.    MA / Cemîl Ûgûr - Mûsût Bagci