'Qanûna înfazê divê her kesî daxilî nav xwe bike' 2020-04-02 09:13:43   ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku vîrûsa coronayê dibe ku li girtîgehan bibe sedema rewşine giran û got, divê qanûneke înfazê ya wekhev demildest bê çêkirin.    Li Tirkiyeyê her diçe hejmara kesên ji ber vîrûsa coronayê û hejmara kesên bi vîrûsê coronayê dikevin jî zêde dibe. Parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar bal dikişînin ser rewşa girtîgehan dixwazin girtî hemû bên berdan. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku li dijî vûrsê tevdîr baş nayên girtin û got, di demên dawî de li girtîgeha Şakran û Kiriklarê gardiyan davên ser qawîşan û binpêkirinan mafan zêde dibin.    Încîn, anî ziman ku xizmên hin girtiyên di girtîgeha Şakran û Kiriklarê de ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehê serî li komeleya wan dane û got: "Em dibînin ku îdareyên girtîgehê vê pêvajoyekê ji xwe re kiriye firsend. Ji xwe rêvebirin girtîgehan cihêkariyeke mezin dikin. Mixabin ev nêzîkatî di vê serdemê de jî didome"   Încîn, diyar kir ku ji ber ku Wezareta Dadê hevdîtinên parêzeran ên bi muwekîlan re jî sînordar kiriye nikarin hevdîtinan pêk bînin û got, di vê serdemê de tenê di rewşên lezgîn de dozgerî destûrê dide. Încîn, bilêv kir ku ji ber vê yekê baş nikarin agahiyan ji girtîgehan bigirin û got: "Tenê em bi saya malbatan dikarin agahiyan wergirin. Tê gotin girtîgeh bi awayekî rêk û pêk nayên dezenfektekirin." Încîn, diyar kir ku her wiha amûrên paqijiyê jî pir biha tên firotin û girtî nikarin bikirin.    'BILA HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN'    Încîn, destnîşan kir ku xizmên girtiyan bifikar in û naxwazin tiştek bê serê xizmên wan û got: "Em dixwazin heyetên serbixwe bên avakirin û biçin girtîgehan kontrol bikin. Lê belê ev daxwaza me nayê qebûlkirin. Em dixwazin ev yek pêk bê."    ‘BILA TEVDÎR BÊN GIRTIN'    Încîn, diyar kir ku heger ev şewb li girtîgehan berbelav bibe wê tiştine mezin û giran biqewimin û got: "Li girtîgehan paqijî nayê kirin û ji ber ku zêdeyî kapasîteyê girtî hene tevdîr jî baş nayên girtin. Heger ev şewb belav bibe wê felaketeke mezin çêbibe. Tê gotin li girtîgeha Şakran û Girtîgeha Sîncan a Enqereyê vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin. Loma em dixwazin tevdîrine cidî bên girtin."    Încîn, ji bo li girtîgehan bûyerine wehîm neqewimin xwest gavine cidî bên avêtin û got: "Di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî hemû girtî divê bên berdan. Divê li hundir tevdîr bên girtin. Bêyî şert û merc divê qanûneke înfazê ya ku her kesî daxilî nav xwe dike bê çêkirin."    MA / Sevda Aydin