‘Di têkoşîna li dijî coronayê de divê dev ji rantê bê berdan' 2020-04-01 09:06:23   EDENE - Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, got: "Ji bo em ji derheqê vê nexweşînê derkevin an divê em çavkaniyên welat seferber bikin û dev ji aboriya rantê berdin an jî em ê grafîkên mirina mirovan bişopînin."    Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, tevdîrên dewletê yên li dijî vîrûsa coronayê û qanûna înfazê ya nû nirxand.    Karakiş, diyar kir ku AKP li dijî şewba coronayê baş natêkoşe û polîtîkaya dişopîne jî ne polîtîkaayeke zelal e. Karakiş, destnîşan kir ku her diçe şewb berbelav dibe û hejmara miriyan zêdetir dibe. Karakiş, anî ziman ku divê AKP tevî TTB û rêxistinn civaka sivîl pêvajoyê bi rê ve bibe û li hemû bajaran nexweşxaneyên karantînayê ava bike.    Karakiş ji bo pakêta "Mertala Îstîkrarê ya Aboriyê" jî anî ziman ku ev pakêt ji bo kardêrên zengîn hatiye amadekirin û tenê zengînan diparêze û got: "Polîtîkaya heyî nîşan dide ku hikûmet naxwaze qedexeya derketina derve îlan bike û b vî awayî dixwaze bêyî mesrefek giran ji derheqê vê yekê derkeve. Çimkî ji bo hikûmetê aborî ji jiyana mirovan biqîmetir e. Lê belê ji  bo em ji derheqê vê nexweşînê derkevin an divê em çavkaniyên welat seferber bikin û dev ji aboriya rantê berdin an jî em ê grafîkên mirina mirovan bişopînin. Wisa xuyaye AKP cara ewil bi felaketeke ku tu qezenceke wê ya aborî tuneye re rû bi rû dimîne."    Her wiha Karakiş bal kişand ser "Kampanyaya Piştevaniya Milî" ku Erdogan daxuyandibû û got: "AKP, dixwaze bi van bexşan xezîneya vala bûye tije bike. Ji minakên berê jî kifş e ku, nediyar e wê ev bexş bigihên destê kesên pêdiviya wan pê heye. Karakiş, destnîşan kir ku divê dewlet divêtiyên xwe yên dewleta civakiyî pêk bîne û pêdiviyên gel hemûyan peyda bike.    JI BO HER KESÎ WEKHEVΠ   Karakiş, anî ziman ku partiya wan jî bang gel kiriye ku di mal de bimîne û got, li gor derfetên xwe maske û dezenfektan li gel belav kiriye. Karakiş, bibîr xist ku lê belê di pêvajoyeke wiha de qeyûm tayinî 8 şaredariyên wan hatine kirine û got, ew vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin. Karakiş, destnîşan kir ku ji deverên ku dê şewba vîrûsa coronayê bandorê lê bike jî girtîgeh in. Karakiş, bal kişand ser qanûna înfazê ya nû nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav vê qanûnê û got, ev yek li dijî rêgeza wekehiyê ye.    Karakiş, xwest girtiyên siyasî bên berdan û got: "Ji bo her kesî edalet, ji bo her kesî wekhevî."