Bersûn: Em dikarin bi ramanên Ocalan Sûriyeke nû ava bikin 2020-03-22 12:12:40   QAMIŞLO - Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum, têkildarî peyama Ocalan û rola Ocalan a ji bo Sûriyeyê diyar kir ku dikarin bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gelê Sûriyê çêkin û wiha got: "Em dikarin bi raman û fikrên Ocalan Sûriyeke nû, demokratîk û azad ava bikin.”   Mehmet Ocalan di 3'ê Adarê de çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan bi rêya malbatê peyam şand û gotibû: “Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rêxistinbûyînên li wir Kurd, Ereb, Ermen û Xiristiyan heke nebin hêz wê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelekî rast e."   Girêdayî mijarê hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersum ji nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Ehmed Semîr re axivî û diyar kir ku nameya dawî ya Ocalan girîng e. Bersûm, anî ziman ku nerînên Ocalan yên derbarê teşxîskirina aloziyan de zelal in û nêrînên derbarê çareserkirina van aloziyan de gelekî girîng in û wiha got: "Nêrînên Rêber Ocalan ên girêdayî hevgirtin û yekitiya pêkhateyan xaleke girîng û sereke ye. Bi van nêrînan em dikarin guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gel li dijî her dagirkerekî û hêzeke terorîst  pêk bînin. Ez dibînin ku ev nêrînên xaleke sereke ber bi civakeke azad û demokratîk ve ye bi rêya em dikarin Sûriyeke nû ava bikin."   Senherîb Bersum di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku şerê li Sûriyê nakokî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de çêkir, heger li ser esasê netewî be yan jî ol be û hêzên bi nakok ên li Sûriyê bi pirrengiya li Sûriyê lîstin û wiha domand: "Ji bo rawestandina van planan, vî şerî û fitneyên ku hevgirtina gelê Sûriyê ji hev dixe, texmîn dikim ku yekitiya civaka Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî, îtîrafkirina bi pêkhateyên din û mafên hemûyan bingehê pêşeroja Sûriyê ye."   'BI YEKÎTIYA PÊKHATEYAN ÇARESERÎ PÊKAN E'    Têkildarî çareseriyên avakar ên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navîn pêşkêş kirine Senherîb Bersum got: "Teşxîskirina rewşê li gelek dewletên Rojhilata Navîn di xeta qalind a nakokiyên di navbera pergelên desthilatdar û gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz de ye û beşdarbûna di avakirin û rêveberiya dewletên li herêmên ku lê dijîn e. Ev nakokî ji dîroka berê heta niha ve heye. Ev pergal her tim nakokiyan di navbera pêkhateyan de derbixîne da ku li ser gelên herêmê serwer bimîne. Bi yekitiya pêkhateyan û modela Rêveberiya Xweser a dûrî olperest, netewperest çareserî pêkan e."   Bersum, bal kişand ser tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axivî: "Di vê tecrubeyê de xala cewherî yekitiya pêkhateyan e, her wiha beşdarbûna wan a di qadên parastinê û hemû qadên avakirina rêveberiya herêmê  de ye. Ev yek sedema berdewama vê Rêveberiya Xweser e û serkeftina wê ya li ser erdê ye. Ji berê vê yekê em wekî modêl dibînin ku bi rêya wê em dikarin Sûriyek nû li ser van bingehan û çaneke nû ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sepandiye ava bikin."   Senherîb Bersum li ser pêşniyarên Ocalan jî rawestiya û got: “Xala herî girîng di yekitiya pêkhateyan de ye, divê wekhevî di navbera pêkhaeyan de hebe, her wiha destûrek hebe ku mafên hemû pêkhateyan nas bike û hemû di avakirinê de beşdar bin. Heger em rêgeza beşdarkirina hemû pêkhateyan di rêvebirina Sûriyê de dûr bikevin ev xeteriyeke rasteqîn e, dê parçekirina civaka Sûriyê û erdîngariya wê encam bide."