Stenbolî li dor HDP'ê bûn xelek 2020-02-02 09:07:55   STENBOL - HDP'ê, li Stenbolê kongreyên xw eyên gelek navçeyan temam kirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku ligel hemû zext û zoriyan jî gel xwedî ki partiyê derdikeve û got: "Kongreyên me hêza me xurtir dikin".    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kongreyên xwe yên gelek navçeyên Stenbolêpêk anî. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, pêvaoya kongreyan nirnxad û got, anî ziman ku ligel ev qas zext û zoriyan jî gel xwedî li partiya xwe derketiye.    Avci, got: "Nêzî 6 hezar hevalên me hatin girtin. Partiya me di çapemniyê de hatiye aforozo kirin û mafê wê yê xwepêşandanan hatiye astengkirin. ev bênavber didom in. Wisa xuyaye wê bidomin jî. Çimkî îqtîdara heyî ji bo bêdengkirina muxalefetê wê van polîtîkayên xwe bidomîne".    'GEL ZEXT Û ZORIYAN BERTEREF DIKE'    Avci, destnîşan kir ku di pêvajoyeke bi vî rengî de kongreyên xwe pêk tînin û got, niha me piraniya kongreyên navçeyên Stenbolê pêk anîne. Avci, çavdêriyên xwe yên ji bo kongreyên navçeyan anî ziman û got: "Li hemberî zext û zoriyan gel bêtir xwedî li partiya xwe dredikeve. Gelek kesan ji bo rêveberiya partiyê xwe pêşniyar kirine. Komîsyonên me bi rojan danûstendinan dikin û heta ji wan tê rêveberiyeke baş hildibijêrin. Yanî e dibînin ku di van şert û mercan de jî gel dixwaze daxilî pêvajoyê bibe. Her ku zext û zorî zêde dibin xwedîderketina gel a li partiya xwe zêde dibe. Ev coşa gel hêviya me xurtir dike. Di salên 90'î de jî pêvajoyeke bi vî rengî hebû. Di wan salan de jî gel xwedî li partiya xwe derdiket û zext û zoriyên heyî berteref dikirin. Heman rewş niha jî heye. Gelê me bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve".    ‘KONGRE HÊZA ME XURTIR DIKIN'   Avci, anî ziman ku di hilbijartina herêmî de stratejiyeke pir cuda pêk anîne û got: "HDP, li rojavayê welat li hemberî îqtîdara AKP-MHP'ê bi helwesteke xurt a polîtîk, faşîzma li Tirkiyeyê paş ve bir. Partiya me bi vî awayî careke din nîşan da ku dikare xeyalên ji bo azadiyê pêk bîne. Êdî her kes wê wekî hêzekê qbeûl dike. Stratejiya ji bo hilbijartina herêmî, tiştên dê di pêşerojê de pêk bîne jî nîşan da. Ev tişt çi ne? Mezinkirin û xurtkirina tifaqa demokrasiyê ye. Loma kongreyên me pir girîng in. Em partiyeke ku hewl didin pirsgirêkên Tirkiyeyê hel bikin û bi vî awayî tev digerin. Loma divê em kongreyên xwe bi awayekî xurt pêk bînin. Ligel ev qas zext ûz oriyan jî eywanên kongreyê tije dibin. Ev yek jî hêviya me ya ji bo pêşerojê xurtir dike".    MA / Nacî Kaya