Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart 2019-12-22 19:00:00   STENBOL - Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê, Yoldaş Aydin û Gurbet Aydogan ji bo hevberdevkên nû yên meclîsê hilbijart.    Rêxistina HDK'ê ya Stenbolê, li Salona Şano ya Kenter a Şîşlî ya Stenbolê 10'emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. HDK'ê di kongreyê de Hevberdevkên Meclîsa Bajarê Stenbolê ya HDK'ê diyar kir. HDK'ê di kongreyê de piştî raporên xwe yên xebatê xwendin, li ser xebat û bernameyên xwe niqaş û nirxandin kirin. Piştî niqaş û nirxandinan Hevberdevkê Meclîsa Bajar a Stenbolê diyar kirin. Ji bo Hevberdevkên HDK'ê yên Stenbolê Yoldaş Aydin û Gurbet Aydogan hatin hilbiartin.