HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin 2019-12-19 13:51:50   ENQERE - HDP'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî operasyona 19'ê Kanûnê de ev tişt got: "Bi ser komkujiya 19'ê Kanûnê re 19 sal derbas bûn. Lê li gel vê yekê jî li girtîgehan binpêkirinên giran ên mafan pêk tên."   HDP'ê di salvegera 19'emîn Komkujiya 19'ê Kanûnê  de têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi îmzeya Berdevkê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran hat weşandin. Di daxuyaniyê de qala rewşa beriya komkujiyê hat kirin û hat destnîşankirin ku di heman demê de bi ser 20 girtigehan ve hatiye girtin. Her wiha hat diyarkirin ku bi weşeteke mezin bi ser girtîgehan de hatiye girtin û li gel ku bi ser komkujiyê re 19 sal derbas bûye jî li girtîgehan hê jî êrîş pêk tên û binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk tên. Herî dawî hat xwestin ku ji bo komkujiyên 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ji serboriyan ders bê derxistin û dawî li pêkanînên ku xesarê didin rûmeta mirovahiyê bê anîn.