Pervîn Buldan: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe 2019-11-30 14:35:03 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê de diyar kir ku ji bo kesek jiyana xwe ji dest nede û dayik negirin aştî hewce ye û got: "Ji bo vegera pêvajoya çareriyê divê tecrîda li dijî birêz Ocalan bê rakirin. Em ji bo azadiya Tirkiyeyê amadene ku alîkariyê bikin."  5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Bazirganiyê ya Cîhanê didome. Di kongre bi dirûşma “Bi rihê yekîtiyê ber bi azadiyê ve” pêk hat de Hevseroka Giştî Pervîn Buldan axivî û bal kişand ser pêvajoyê.    'EM TÊDIKOŞIN'    Pervîn Buldan, destnîşan kir ku di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û wiha got: "Ligel pêvajoya zehmet em dîsa li ber xwe didin. Ji HEP’ê heta DBP’ê pêvajoyeke zehmet bû û me gelek rêhevalên xwe winda kir, gelek hevalên me sirgun bûn, ketin girtîgehan. Gotin tera nirxên ku ji têkoşînê re hatî dayîn têr nakin. Rêhevalên ku têkoşîna aştî û azadiyê dane bi kedeke mezin hatin heta wan rojan. Heke îro Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di girtîgehê de be, heke bi nameyek tevlî vê kongreyê dibe û birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bi hezaran rêhevalên me îro li vîr nebin divê êdî em baş bifikirin."   ‘GELÊ TIRKIYEYÊ BI HEVRE TÊN PELÇIQANDIN'    Buldan, diyar kir ku siyaseta demokratîk ya ku tê birêveberin her tim bi zordariyê re rûbirû ma û wiha axivî: "Kurd di vê demê de jî bi zordariya herî mezin re rûbirû man. Em dîsa bûn şahîdê kedxwarî û bindestiya civaka Tirkiyeyê. Eşa ku sed sal in Kurd dijîn bi gotinan naqedin. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn bi yek carî tên pelçiqandin. Lê Kurd du caran tên pelçiqandin. Hemû cîhan, di serî de jî li Rojhilata Navîn de dixwazin civakek bê kurd biafirînin û bê hilm bihêlin. Kurdên ku hilmê digirin jî dixwazin mudaxale bikin. Gelê Kurd her tim bi zilm, îmha, pelçiqandin û îmhayê re rûbirû dimînin. Lê belê Kurd li dijî wan jî her tim di sekna xwe de zelal bûn û pêvajoyeke demokratîk bi rêvebirin. Di serî de li Tirkiyeyê û her derê cîhanê dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê mezin bike û bêtir bi hêztir bike. Êdî dema hikûmeta AKP'ê nemaye. AKP dixwaze bi îmha, binçavkirin û girtinan dixwaze koltuxa xwe biparêze. AKP, di nav lêgerîna rê û rêbazên êrîşan de ne."   ‘EM BI HEVRE BI HÊZ IN'    Buldan, da zanîn ku Kurd dê têkoşîna xwe bidomîne û li ber xwe bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê bi hev re bi hêztir bin. Kurd dê ji bo yekîtiyê dê gavan bavêjin. Kurd dê li dijî hemû tiştên qewîmin dê têkoşîna xwe mezin bike û li ber xwe bidin. Dê têkoşîna xwe bi gelên Tirkiyeyê re bimeşînin." Buldan, di axaftina xwe de bal kişand ser rêhevalên Kurdan û wiha bilêv kir: "Dema em li salonê dinêrin em dibînin ku rêhevalên Kurdan li her derê ne. Tiştên ku Gelê Kurd bikin gelek in. Em dirêngî nemane. Li ku dibin bila bibin Kurd dê yekîtiya neteweyî îlan bikin û êdî dema wê hatiye. Heta ku kurd nebin yek dê înkarkirina kurdan jî bidome. Bi taybetî di mijara Sûriyeyê de li hemberî destkeftiyên Gele Kurd zextek heye. Dilê her çar parçeyên Kurdistanê li vir avêt û ev tiştek girîng e. Lê divê gavên şênber bên avêtin. Di demên herî zehmet de divê yekîtiya Kurdan pêk bê. Ev tişt dê bibe derfeta rakirina tecrîda li hemberî birêz Ocalan jî. Ez şahîda herî nêzim ku min dît birêz Ocalan kedek çawa da."   ‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE'    Buldan, heri dawî destnîşan kir ku di 2011’an heta 2013’an pêvajoyek hat destpêkirin û ji raya giştî ya Tirkiyeyê re hat ragihandin û wiha got: "Pêvajoya aştî û muzakereyê bû destkeftiyên gelek kesan. Heke cenazeyek neyê vî welatî ev destkeftiyek bû. Ji bo vegera pêvajoyê divê tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê rakirin. Em ji bo azadiya Tirkiyeyê amadene ku alîkariyê bikin. Li dijî mirinan û ji bo dayik negirin aştî hewce ye. Bi rastî ev tişt bi AKP'ê re pêk nayê. Em ê AKP'ê bişînin û bi gelan re aştiya xwe pêk bînin. An serkeftin, an serkeftin."