Kongreya DBP’ê bi peyama ‘Yekitiya Neteweyî’ dest pê kir 2019-11-30 12:23:02 ENQERE - 5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dest pê kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç axaftina vekirinê ya kongreyê kir û got: “Ligel zor û zehmetiyan jî, yekitiya gelê kurd roj bi roj mezin dibe.”  5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Konferansê ya Dunya Tîcaretê dest pê kir. Kongre bi şîara “Bi rihê yekitiyê ber bi azadiyê ve” pêk hat.     Bi salona kongreyê ve pankartên bi kurd û tirkî yên peyama yekitiya neteweyî cih girtin hatin daliqandin.    Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç li ser navê Komîsyona Kongreyê axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Tûnç, diyar kir ku ew îro ji bo yekitiya neteweya kurd li vê derê ne û wiha axivî: “Heya roja îro bi hezaran mirov şehîd ketin. Em kongreya DBP’ê li dar dixin. Ligel zor û zehmetiyan jî, yekitiya gelê kurd roj bi roj mezin dibe. Qazî Mûhammed wiha digot; ‘Ey kurdno, ez ji we biçûkim, ez ji we tiştekê dixwazim, yekitiya xwe ava bikin, ji bo ku hûn li hemberî dijmînê xwe tim serbilind bin. Em jî soz didin ku di vê rêyê de tişta ku bikeve ser milê me, em ê pêk bînin.’ Ez bi vî rihê hemû kesan silav dikim.”    Dûre derbarê xebatên DBP’ê de sînevîzyonek hat pêşandan.    Piştî re dîwan hat hilbijartin. Ji bo dîwanê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî hat hilbijartin. Dûre ji bo kesên di têkoşîna azadî, demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêzgirtin hat girtin.    Kongre bi axaftina mêvanan dewam dike.