HDK: Li dijî faşîzmê em Eniya Demokrasiyê ava bikin 2017-09-27 14:37:33 STENBOL – HDK encamnameya Civîna  Asayî ya Meclîsa Giştî ya 4’emîn aşkere kir. HDK diyar kir ku divê li dijî faşîzmê, zemîna hevgirtina têkoşîna demokrasiyê bê avakirin û carek din peyama avakirina “Eniya Demokrasiyê” hat dayîn.  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Civîna  Asayî ya Meclîsa Giştî ya 4’emîn di 24’ê Îlonê de li Otêla Taxîm Hîll a Stenbolê li dar xist. HDK encamneyameya civînê bi daxuyanek nivîskî ji raya giştî re aşkere kir. HDK derbirî ku di civînê de rewşa herêmê ya siyasî û civakî hatiye nirxandin.    Encamnameya HDK wiha ye:    "* Her ku diçe pergala kapîtalîst û emperyalist a qeyran û rageşiyî tund dibe. Her roj pirsgirêkên civakî kûr dibin. Li aliyê din bi çekên nukleerî gel tên tehdîtkirin û pêşbaziya çekan bi hemû awayî dewam dike. Rojhilata Navîn di rewşa herêma herî zêde qeyran û tundî lê zedê dibin de ye. Di van şertan de referandûma li Başûrê Kurdistanê rewa ye. Divê ku hemû civak û baweriyên li herêmê biryara pêşerojê xwe bidin. Mudaxileya Tirkiye, Îran û Iraq ku pergala netew-dewletiyê li ser piya digire, li dijî herêmê û li dijî rewabûnê ye.    ‘GIRSEYA CHP AŞTIYÊ DIXWAZE’   * Tifaqa AKP û MHP li herêmê polîtîkayên şer û gengeşiyê zêde dike. Dixwazin bi şovenîzmê xwe li ser piya bigire û temenê xwe dirêj bike. CHP ku ji bo edaletê têkoşiya û sozê edalet û demorkasiyê da jî li cem polîtîkayên şer ên AKP û MHP'ê cih girt. Lê em dizanin ku berovajiyê vê yekê hemû hilbijêr û dilxwazên CHP’ê jî li welat û herêmê aştiyê dixwazin.    ‘HILBIJARTINÊN KOMUNAN MORAL DIDE’    *  Li dijî polîtîkaya serdestan a şer û hilweşandinê gel ji bo modela çareseriya xwe gavên mezin davêje. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di nav mij û morana şerê li Rojhilata Navîn de ji bo pêşerojek azad û wekhev û çirûska hêviyan hilbijartinên komunan li dar xist. Ev rastî li dijî hemû polîtîkayên şer û qeyranên li Rojhilata Navîn, çareseriya gelan e û moral û wêrekiyê dide mirovahiyê.    * Tenê li Rojhilata Navîn li nav Ewropayê jî gelê Katalan ji bo çarenûsa xwe diyar û tayin bike û bi awayekî azadiyî bijî gavan davêje û li dijî polîtîkayên çewisandinê li ber xwe dide.    ‘WÊNEYÊ FAŞÎZMÊ’    * Êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk, dayika siyasetmedar kurd Aysel Tugluk, wêneyê faşîzma li Tirkiyê da xuyakirin. Faşîzma ku mafê jiyana gelan nas nake destûr nade cenaze jî li rex hev bên definkirin. Li gorî wan cenazeyê dayika Hatun li kêleka elewî, kurd, ermenî û tirkan nayê definkirin. Bi her awayê xwe xuya kir ku ev êrîş ji alyê hikûmet û dewletê ve hatiye plankirin. Faşîzma bi rêxistinkirî bi vê êrîşê re îxaneta herî mezin jî li gelê Tirkiyeyê pêk aniye. Li gel hemû tiştî civakê bi berteka xwe da nîşandan ku dê li cem wijdanê cih bigirin. Pêdiviya civakê li dijî faşîzmê bi wekhevî, edalet û biratiyê heye. Wêneyê Wezîr Suleyman Soylu ku bi êrîşkar re derket holê şahidiya sûc û faşîzmê ye.    ‘KARKER Û GUNDIYAN BER BI İFLASÊ VE DIBIN'     * Faşîzma Qesrê dixweze gelê me xizan bike û wan bikişîne nav îflasê. Ji karkeran bigire heta cotkaran bi polîtîkaya xizankirinê re rû bi rû ye. Em ê bi her awayî li cem karker û cotkaran cih bigirin û piştgiriyê bidin têkoşîna wan.   ‘DIXWAZIN NIFŞEKÎ LI GORÎ XWE MEZIN BIKIN’    * Her ku diçe krîza desthilatdariya AKP’ê kûr dibe û carek din hat xuyakirin ku polîtîkaya perwerdehiyê îflas kiriye. AKP dixwaze bi mufredata perwerdehiyê nifşekî li gorî xwe mezin bike.     ‘ÊRÎŞÊN ZAYENDÎ ZÊDE DIBIN’    * Destilatdariya AKP û MHP mudaxeleyî hemû şêwazên jiyanê yên jinê dike û êrîşên zayendiyî jî zêde dibin.    ‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN DÎROKIYÎ DERBIKVIN’    *  Meclîsa me ya Giştî hilweşandina Sûr û Heskîfê şermezar dike û bang li hemû gelê me dike ku xwedî li nirxên dîrokî û çandî derbikeve.     *  Em çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku zêdeyî 200 rojane didomînin silav dikin û demek beriya demekê bila bên berdan û daxwazên wan bi cih bên.    * Meclîsa me biryara  Lîjneya Giştî ya Asayî ya 8’emîn girtiye û dê bi dirûşmeya ‘Niha dema HDK’ê ye’ û dê bi hemû dînamêkên civakan bê cem hev û hevgirtina pir rengî û demokrasiye xurt bike.    * HDK careke din nîşan dide di serî de li cem gelê kurd û dê li cem hemû gelan û baweriyan cih bigire û li dijî polîtîkayên êrîşkar ên li ser gelan derbikeve.    * Divê li dijî faşîzmê ji aliyê hêzan ve zemîna hevgirtina têkoşîna demokrasiyê bê avakirin û carek din peyama avakirina ‘Eniya Demokrasiyê’ hat dayîn.