‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’ 2017-11-29 11:47:29 ENQERE - Doza Reza Zarrab a li DYA'yê dewam dike û êdî piştrast bû ku bûye îtirafkar. Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, aşkera kir ku di çarçoveya dozê de di destê DYA'yê de gelek agahî hene û wiha got: "Heke van agahiyan hemûyan bixebitînin, dê li Tirkiyeyê hikumet bikeve." Doza Reza Zarrab a berê li Tirkiyeyê nexwestin bê dîtin, xelat danê û wekî "welatiyê hêja" hatibû pênasekirin. Zarrab di navenda dozê de cih digire û doz li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dewam dike. Doza ku gihiştiye astekî, êdî piştrast bû ku Zarrab bûye îtirafkar. Di dozê de Alîkarê Midurê Giştî yê berê yê Halk Bankê Hakan Atîla jî bi girtî tê darizandin. Li bendê ye ew jî sibê tev li dozê bibe û hin tiştan îtiraf bike.   WELATIYÊ HÊJA BÛ ÎTIRAFKAR   Piştî Zarrab bû îtirafkar, yên berê ew wekî "welatiyê hêja, rekortmenê bacê" pênase dikirin û xelat didanê, niha dibêjin ku "canê wî di dojehê de, çi halê wî heye bila bibîne" û çêran lê dikin. Rayedarên AKP'ê hêj tiştên balkêş dibêjin û diyar dikin ku di armancê de Erdogan û rêveberên AKP'ê hene. Ji xwe berê digotin ku "me ambargoya li ser Îranê kun nekiriye", di rojên dawî de ev sûcdariyên der barê xwe de qebûl kirin.   DI DESTÊ DARAZA DYA'YÊ DE AGAHÎ GELEKIN   Berpirsyarê Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, darizandin nirxand û diyar kir ku her çendî di darizandina li DYA'yê de Zarrab hebe jî, zêdetir dixwazin tora têkiliyên ku Zarrab di nav de bê zelalkirin. Ozdoy, aşkera kir ku di vê torê de jî burokrat, wezîr, ferdên malbata AKP'iyan hene û wiha axivî: "Em niha tenê beşeke piçûk a vê dibînin. Di rojên pêş de dibe ku toreke hêj berfirehtir derkeve holê. Di dawiya vê de dê Tirkiye di qada navneteweyî de pirsgirêkek îmajî ya cidî bijî. Dê li dijî Halk Bank û bankayên din tevdîr bên girtin. Bûyerên bertîlê hene. Nelêrêtî hene û dê ev hemû derkevin holê."   NAVÊ ZAVA Û BÎLAL VEKIRÎ DERBAS DIBE   Ozsoy destnîşan kir ku piştî Zarrab li Tirkiyeyê bê sûc hat dîtin, îstixbarata DYA'yê hêj zêdetir rewş cidî girtiye û piştrast kir ku di destê daraza DYA'yê de gelek agahî hene. Ozsoy, da zanîn dê doz xwe bigihîne kuderê ne zelal e û diyar kir ku navê kurê Erdogan Bîlal Erdogan û zavayê wî Beraat Albayrak bi vekirî derbas dibe.   Ozsoy bal kişand ser bertekên hikumeta AKP'ê yên der barê dozê de û anî ziman ku hikumetê gotiye ku "Em dikarin Zarrab ji wir bigirin, bi hin bazaran em dikarin li ser vî karî bigirin", di vî warî de hin hewldan bi pêş xistiye û wiha pê de çû: "Niha ew derî hat girtin. Zarrab bû şahid û der barê rayedarên li Tirkiyeyê de îfade da. Ihtimalek mezin dê demek şûn de Alîkarê Midurê Giştî yê Halk Bankê jî helwesta xwe biguherîne. Ev yek dê têkiliyên di navbera Tirkiye û DYA'yê de hêj xirabtir bike."    Ozsoy anî ziman ku hikumetê darizandina Zarrab wekî "komplo" pênase dike, lê ev jî tu qîmeta xwe tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Darizandina Zarrab li Tirkiyeyê hat astengkirin. Daraza DYA'yê ji Tirkiyeyê re got ku 'delîlên di destê xwe de daynin holê.' Komara Tirkiyeyê di nav vî karî de ye û heke Zarrab biaxive, dê doz berfireh bibe. Dê heta kuderê berfireh bibe ew nayê zanîn."   LI DIJÎ DOZA ZARRAB DÎPLOMASIYA DÎLGIRTINÊ    Ozsoy derbirî ku di navbera Tirkiye û DYA'yê de hin pirsgirêk hene û ji şêweyê rêveçûna dozê cuda, aliyên dozê yên siyasî jî hene, aliyên wê yê siyasî jî wiha nirxand: "Ji bo doza Zarrab bê girtin hin hewldan çêbûn, di navbera her du dewletan de hin peyman hebûn. Hin kesên dîl hatibûn girtin hene. DYA'yê ji vê re gotibû 'dîplomasiya dîl girtî.' Li cihekî ew qas pirsgirêk hene, li ser meseleya Zarrab hin hesabên polîtîk hatin kirin. Mesele ne helwesta polîtîk a dadgehê ye. Ev rewşeke siyasî ya dewletekî ye." Ozsoy destnîşan kir ku heke wekî berê raya giştî ya DYA'yê û siyasetê piştgirî bida Erdogan, dê meseleya Zarrab ew qas nehata rojevê û got ku "Çapemeniyê bi berfirehî ahagiyên di vê der barê de parve kirin. Sedema sereke jî hêrsa li dijî Erdogan e."   RÊVEBERIYA ERDOGAN DIXWAZE EMRÊ XWE DIRÊJ BIKE   Ozsoy herî dawî da zanîn ku Erdogan di 4 salên dawî de hewl dide li ser piyan bisekine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yekitiya Ewropayê (YE) û DYA êdî Erdogan naxwaze. Ji ber wê Erdogan xwe spart nijadperest û netewperestan. Ji ber wê ye di meseleya kurd de xwe wekî baz dide nîşan. Di qada navxweyî de xwe dispêre nijadperestan, di qada navneteweyî de jî xwe dispêre Rûsyayê. Erdogan hemû pireyên bi rojavayiyan re rûxandin, dibe ku hêj zêde nêzî Rûsyayê bibe. Di serê wî de fikreke 'heke ez biçim jî ez dikarim bi Rûsya û beşên din re emrê xwe dirêj bikim' û bi vê xewnê dijî."   MA / Kenan Kirkaya