EMEP: Em li dijî yek mirovî di demokrasiyê de bibin yek 2017-11-26 13:16:04   ENQERE - Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, di 8'emîn Kongreya EMEP'ê ya bi dirûşmeya “Li dijî rêveberiya yek partî û yek zilamî em ji bo aştî û demokrasiyê bibin yek" pêk hat de diyar kir ku li Rojhilata Navîn temînata aştiyê bi piştevaniyagelan pêkan e.    Partiya Kedê (EMEP) 8'emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî bi dirûşmeya "Li dijî rêveberiya yek partî û yek zilamî em ji bo aştî û demokrasiyê bibin yek" li Enqereyê pêk anî. Kongre li Navenda Huner û Kongreyê ya Nazim Hîkmet a  Navçeya Yenimahalle pêk hat. Di kognreyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatimogullari, Serokê Giştî yê DİSK'ê Kani Beko, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Parlamenterê CHP'ê Mehmet Tum û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Bi sedan delegeyên ji Tirkiye û herêmê hatin di kongreyê de amade bûn. Li dora salonê ciwanên EMEP'ê ewlehiya salonê girtin. Li salona kongreyê pankartên "Bila OHAL bê rakirin, Bila KHK bên betalkirin" 'Li dijî edaleta fitratê têkoşîna jinê", "Bila cînayetên kar bi dawî bibin" vekirin. Piştî dîwan hat hilbijartin û rêz hat girtin kongeyê dest pê kir. Di destpêkê de Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan axaftin kir û wiha got: "Temînata aştîya li Rojhilata Navîn yekîtî û piştevaniya gelan e. Ji bo li Rojhilata Navîn Demokrasî û aştî pêş bikeve divê yekitiya gelan û piştevaniyagelan pêş bikeve. Ev bi têkoşîna gelan pêş dikev. Em wekî kedkarên li Tirkiye em dê têkoşîna aştî û demokrasiyê ku li Tirkiye pêş dixin em dê bi têkoşîna gelên li Rojhilata Navîn re bikin yek . "    Gurkan, bal kişand ser bazarên hêzên navneteweyî yên piştî têkçûna DAIŞ'ê û wiha got: "Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Dewletên ku şerê serdestiyê dikin berpirsiyarê vê kuştinê ye. Ev dewletên navneteweyî berpirsiyarê koçbera milyonan mirovan in. Di vir de berpirsiyariya Erdogan û AKP'ê jî heye. Xeyalên Erdogan ê Esad têk bibe û destkeftiyên kuran tune bike rê li pêş van polîtîkayên xwînê vekiriye. Ji ber van polîtîkayan îro li her dera Tirkiye xwîn dirije. Di komkujiya Gar'ê ya Enqereyê, Komkujiya Pirsûsê, Komkujiya Dîlokê û Komkujiya Amedê de berpirsiyara polîtîkayên hikûmetê heye. Em di serî de 102 canên me yên li Enqereyê hatin kuştin û hemû kesên din, bi hurmetî bibîr tînin."     AKP'Ê JI BO DAXWAZÊN KURDAN TUNE BIKE DEST BI ŞER KIR   Gurkan, anî ziman ku AKP'ê ji bo daxwaz û destkeftiyên kurdan tune bike şer da destpêkirin û wiha got: "Birayar vî şerî xerakirin û talankirin anî vî welatî. Komkujî anî vî welatî. Em hemû bi hevre bûn şahidê komkujiyên li Cizîr, Sûr, Sîlopya û Nisêbînê. Em bûn şahidê cenazeyê Dayika Taybet Înan a 7 rojan li kolanê Sîlopiya li erdê ma. Ev di dîroka Tirkiye ya siyasî de rûpelek reş e. Hêj bêhna komkujiya jêrzemînên Cizîrê tê me. AKP, ne tenê rê lip êş şer vekir. Di heman demê de rê li pêş hesabên siyasî jî vekir. Hem wekîl û hem jî hevşaredarên hatin hilbijartin avêtin girtîgehê. Berpirsiyarê van kuştin, şer û aloziyên li welatê me hikûmeta AKP'ê û biryara wê ya şer e. Ji bo dawî li aştî u demokrasiyê bîne polîtikayên şer xistine meriyetê. Li dijî polîtîkayên yekperest û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên demokratîk bên avêtin."    Gurkan, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên şer û butçeya 2018'an a Navendî û wiha got: "Ji ber van polîtîkayên şer, hikûmet butçeya şer ava dike. Butçeya 2018'an bûye butçeya şer û talankirinê. Butçeya lêçûna sergirtî êdî hesabê wê nayê kirin. Lêçûnên leşkerî parek mezin a butçeyê digire. Li aliyê din rewşa gelê me yên xizan li holê ye. Bi milyonan mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Bi milyonan kedkar di bin deynan de hatine hiştin. Ji ber polîtîkayên AKP'e yên betaliyê xizanî zêde bûye. Pergala AKP'ê mirovan nexweş dike. Ev pêkanîn hemû rê li faşîzmê vedikin.    Kongre bi axaftinan berdewam dike. Piştî kongreyê dê bi şîara "Sosyalizm ne dema borî ye, siberoj e" şahiya 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê bê pîrozkirin.