Bîlgen: Gotina bila kurd nebin, tê wateya bila xwîn zêdetir birije 2017-11-23 15:40:57 ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser hewlesta Tirkiyeyê ya li Soçiyê û got ku: "Gotina bila kurd nebin, tê wateya hêj zêdetir xwîn birije" û der barê YSK'ê de jî ev tişt got: "Nêzikatiya ez ê çawa bi YSK'ê bileyzim, bendavê çawa sererast bikim û qezenc bikim, dê pirsgirêkan çareser neke." Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP'ê de axivî û bal kişand ser krîza li Sûriyeyê û lêgerînên çareseriyê yên li Soçiyê û wiha axivî: "Di lûtkeya li Soçiyê de hêviyên ji bo aştiya Sûriyeyê bilind kirine, ev hem ji bo mirovahiyê û hem jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Di nirxandinên ku hatine kirin de tê gotin ku çareserî tenê bi diyalogê pêk tê û ev ji hêla Tirkiyeyê ve jî qebûlkirina wê pêşketineke baş û cihê kêfxweşiyê ye."   'DIVÊ BI AQILANE TEV BIGERIN'   Bîlgen aşkera kir ku heke kurd ji dewrê bên derxstin, dê ev yek bibe sedema zêdetir rijandina xwînê û wiha pê de çû: "Heke Tirkiye nexwaze mehê 3 caran biçe Rûsyayê, divê têkiliyên xwe yên bi kurdan re xurt bike. Ev dê li gorî berjewendiyên tirk û kurdan be jî. Berovajiyê wê dê ne tenê aştiya li welat, dê karesatên nû jî bi xwe re bîne. Divê Tirkiye bi aqilane tev bigere, ka berjewendiyên wê di kure derbs dibe, divê li gorî wê li çareseriyê bigere."   DOZA ZARRAB   Bîlgen doza Reza Zarrab jî bi bîr xist û pêşketina heyî wekî "xaleke îbretê" pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku agahiyên şaş dane meclisê vê yekê bi xwe re encamên xirab anîn. Heke civaka Tirkiyeyê rast bihatana agahdarkirin, dê ev pêş neketana." Bîlgen destnîşan kir ku berdevkê Serokomar Erdogan Îbrahîm Kalin, îdiayên der barê ambargoya Îranê de qebûl kiriye û ev tişt got: "Dê vê yekê qebûl bikin an nekin, em ê di rojên pêş de bibînin. Berjewendiyên welatekî nabe ji bo partiyekî bê xebitandin. Heke ev pirsgirêka Tirkiyeyê be, divê ev ji bo çi hat kirin ji hemû parlamentoyê re bê parvekirin."   Bîlgen anî ziman ku pirsgirêka nelêrêtiyê, pirsgirêka bekayê bi pirsgirêka welat re nikarin hevrû bikin û ev nirxandin kir: "Guhê xwe ji vê re girtin, çavê xwe ji vê re giritn dê Tirkiyeyê bixe zehmetiyê."   ‘ZAGONA TORBE BARÊ TIRKIYÊ GIRAN DIKE’    Bîlgen bal kişand ser zagona torbe û got: “Ev zagon tenê barê bacê dide ser pişta Tirkiyeyê. Rîska qeyranê bêtir zêde dike.”    ‘ÎŞARETKIRINA MALÊN ELEWIYAN DIVÊ HILDIN CIDIYETÊ’    Bîlgen îşaretên malên elewiyan jî bibîr xist û got: “Îşaretkirina malan komkujiyên berê yên elewiyan tîne bîra mirov. Ev rewş xetereyê bi xwe re tîne. Divê di vê mijarê de lêpirsînek cidî bê kirin. Nexwe wê ev mesele civaka elewî bêtir bixe nav fikaran.”    ‘RÊYA HIQÛQ A HUNDIRÎN ÎFLAS KIRIYE’    Bîlgen bal kişand ser doza Îdrîs Baluken û Fîgen Yuksekdag a di 6’ê çile û doza Selahattîn Demîrtaş a di 7’ê çile de û wiha dewam kir: “Biryara AYM’ê jî nîşan da ku hemû riyên hiqûqa hundirîn îflas kiriye.”    Bîlgen da zanîn ku ew piştgiriyê didin kampanya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ya “Ne OHAL em demokrasiye dixwazin” hat destpêkirin û ew ê kampanyayên xwe jî birêve bibin.    ‘BEŞDARIYA MERASÎMA CENAZE NE SÛC E’    Bîlgen anî ziman ku Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Destûra Bingehîn a TBMM’ê bi tena serê xwe biryarê daye û wiha axivî: “Biryarên AÎHM’ê perçeyek hiqûqa hundirîn e. Di van biryaran de beşdarbûna merasîma cenazeyan sûcê terorê nayê hesibandin. Peywîra siyasetê ne ew e ku merasîma cenazeyan nîqaş bikin. Divê hatina cenazeyan asteng bikin. Komîsyonek li hember binpêkirina mafan ku bêdeng dimîne, nayê qebûlkirin ku der barê wekîlên me de biryara kêfî bide.”    SERERASTKIRINA YSK’Ê    Bîlgen destnîşan kir ku di civîna xwe de sererastkirinê Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dixwaze pêk bîne girtine dest û divê hebûna YSK’ê nîşandeya demokrasiyê be. Bîlgen diyar kir ku divê hilbijartin ji aliyê welatî û partiyan ve bê şopandin û bi sererastkirina nû re ji holê rakiriye û ev tê wateya mudaxeleya li dijî hilbijartinê.    ‘PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN’    Bîlgen bersiv da pirsa der barê pirsek a hilbijartinên pêşwext de û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêk bi lîstandina YSK’ê û bendan nayê çareserkirin. Dixwazin bi vê sererastkirinê hilbijartinê qezenc bikin. Hesabê biserketina hilbijartinê dikin.”