Ji bo Gokçek der barê Demîrtaş de fezleke amade kirin 2017-11-23 15:06:29 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek ê ji peywirê dan îstifakirin de, serlêdana sûc kiribû, der barê dozê de biryara bê şopandinê hatibû dayîn. Gokçek ê der barê Demîrtaş de serlêdana sûc kiribû, ji bo Demîrtaş fezleke hat amadekirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek tweeta "Amblemên HDP'ê xebitandiye û divê HDP'î bên kuştin" rêtwêt kiribû, ji ber vê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, der barê Melîh Gokçek de serlêdana sûc kiribû, lê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê serlêdana sûc de biryara bê şopandinê da.   Gokçekê bi îdiaya "îftira" avîtiye wî, der barê Demîrtaş de serlêdana sûc kir. Li ser vê Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlamenteran a Serdozgerê Komarê yê Enqereyê, der barê Demîrtaş de fezleke amade kir û şand Meclisê.