Baluken: Heke çareseriya rast tê xwestin divê ku rast bin 2019-07-09 09:57:04 ENQERE – Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Heke çareseriyek rasteqîn dixwazin, divê ku rast bin. Bi qanûnên heyî bi qasî serê derziyê pêşketin çênabe.”    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ji mijdara 2016’an vir ve girtî ye û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Baluken peyamên Rêberê PKK’ê Abdulllah Ocalan ku piştî 8 salan bi parêzerê xwe re hevdîtin kir ji ajansa me Mezopotamyayê re nirxand.    ‘ARMANCA BIRÊZ OCALAN HILBERANDINA ÇARESERIYÊ YE’    Baluken destnîşan kir ku di serdema ew diçûn Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinê dikirin jî siyaseta demokratîk rojeva wan sereke bû û got: “Nêzîkatiya Birêz Ocalan ew e ku pirsgirêkên li qada civakî li qada siyasî bên çareserkirin. Dixwaze çareseriya bê hilberandin li civakê bê zivirandin. Yanî daxwaza wî civakî ew e siyasîbûn û çareseriya siyasî bibe civakî.  Di siwirîna cîhana wî de têgehên wek têrnekirin, neçareserkirin, hêza çareseriyê li pêş nexistin ku dibin hêceta nehilberandinê cih nagirin. Bi pêşdîtinê nêzîk dibe. Di her civînê de afirîner û nirxandin û pêşdîtinên girîng dikir. Li ser çareserkirina meseleyan hûr û kûr dibû. Bi vê nêzîkatiya xwe ya datîne holê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dibîne û ev pêşdîtinên wî hatine piştrastkirin jî. Dema berfirehbûna qada siyaseta demokratîk bê fikirandin, ji bo pêşketina pratîkên şênber fikirên bên birêve birin qet ne zor e.”    ‘TEZÊN BIRÊZ OCALAN ŞANSÊ HERÎ MEZIN E’    Baluken da zanîn ku di mijara aştî û biratiyê de divê biryarî û israrbûnî bê dîtin û wiha dewam kir: “Ruhê Newroza 2013’an şansekî dîrokî bû. Wel mîladek girîng dikaribû bê nirxandin. Di wê pêvajoya ew ruh di dewrê de bû, aliyên civakî yên berfireh jî têkildarî aştiyê xwedî hêvî û bendewarî bûn. Pişt re şer qewimî. Mezinahiya êş û şer li holê disekine. Di her qada jiyanê de krîz derketin û ev krîz didomin. Dema em di vê çarçoveyê de lê dinêrin dîsa ji bo hêvî şîn bibin û civak nefesek rehet bistîne birêz Ocalan bi israr e û divê mirov vê israrê rast bixwîne. Divê mirov wate bidê. Tezên birêz Ocalan datîne holê ji bo aştiyê divê mirov wek şansê herî mezin binirxîne.”    ‘DIVÊ EWILÎ ŞERTÊN ÎMRALIYÊ BÊN BAŞKIRIN’    Baluken bal kişand ser makeqanûn û qanûnên heyî û wiha domand: “Bi makeqanûn û qanûnên heyî re bi qasî serê derziyê pêşketin zor xuya dike. Ji ber vê yekê pêdivî bi makeqanûnek demokratîk heye. Lazime sererastkirina qanûnên ku mafên mirovan, hiqûqa gerdûnî û hemû azadiyan hildede hundirê bibe rojev. Şert û mercên lihevkirina civakî bi vî awayî dikare têbigihîje yanî kamil bibe. Yên ku vê bikin partiyên siyasî, saziyên xivîl, hunermend, rewşenbîr rojnamger û hemû beşên civakê ne. Divê ev hemû nîqaşên ji aliyê van kesan ve bê kirin bigihîje Îmraliyê û astengiyê li pêşiya vê bê rakirin. Heke çareseriya rastî dixwazin divê rast bin. Ji bo lihevkirinek civakî li Îmraliyê şertên Birêz Ocalan bên başkirin û ev hemû aliyên civakê dikaribin têkiliyê bi hev re li pêş bixin. Wî bi xwe hewldanên xwe yên li Îmraliyê wek metafora li hewzê sobeberî dike nirxandibû. Di hewza vala de sobeberî nayê kirin. Tişta ku hewzê dagire zanyariye, raman e û nîqaşa bi qalîte ye. Dînamîka ku şertên li Îmraliyê û welat araste bike jî dikare li ser van pêşketinan pêk bê.”    ‘DIVÊ AŞTÎ Û ÇARESERÎ BIBE ROJEVA SEREKE’    Balkuken anî ziman ku hemû aliyên civakî û siyasî dikarin di mijarên lihevkirina civakî û aştiyê de gellek tiştan bikin û wiha got: “Pêwîste aştî û çareserî bibe rojeva sereke ya welat. Divê bandora şer a li ser aboriyê gellek bê axaftin û nîqaşkirin. Divê baş bê dîtin ku butçeya şer hemû ji berîka xelkê derdikeve û dibin gule. Hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo aştî û çareseriyê gellek bernameyan li dar bixin. Encamên ku derkevin divê bi gel re bên parvekirin.”   MA / Bêrîvan Altan