Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê 2019-06-08 09:09:10 STENBOL – Parlamenterê HDP’ê da zanîn ku bi hevdîtinên yên li gel Ocalan re “ji şaşîtiyê vegeriyan” û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd deklarasyona di 2013’an de hat eşkerekirin hêj derbas dar e û got: “Divê deklarasyona 2013’an carek din bikeve meriyetê.”  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Tuma Çelîk peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên bi rêya parêzer û malbatê dan nirxand. Tuma Çelîk anî ziman ku piştî têkoşîn û berxwedanek bêhempa hevdîtinên li gel Ocalan beriya her tiştî maf e û divê pêşiya vî mafî neyê astengkirin. Çelîk hevdîtinên li gel Ocalan pêk hatin wek “ji şaşîtiyê vegeriyan” nirxand û got: “Bi vekirina pêşiya hevdîtinan re derket holê ku heta niha îktîdarê bi teşeyek çawa bêhiqûqî tevger kiriye. Çalakgerên greva birçîbûnê bibîr xistin ji bêyî têkoşînê tu tiştek nayê bidestxistin. Têkoşîna îro tê dayîn nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê muxalefitiyek mezin datîne holê. Ji bo daxwazên vê muxalefetê bînin cih û bi dest bê xistin dide nîşandan her cûre têkoşîn amade ye.”    ‘PÊWÎSTE HEMÛ NASNAMEYÊN TIRKIYEYÊ BÊN QEBÛLKIRIN’    Çelîk bal kişand ser peyamên Ocalan ku bi taybetî li ser pêdiviya “lihevhatina civakî” bi salane tîne ziman û lihevhatina civakî bi hemû kêmnetewên li Tirkiyeyê ku di jiyanek hevpar de bên ba hev mimkin e. Çelîk got feraseta netew dewletê ji hemû dinyayê ji holê hat rakirin û lihevhatina civakî bi qebûlkirina hemû nasnameyên Tirkiyeyê re pêkan e.    ‘DIVÊ DEKLARASYONA 2013’AN DÎSA BIKEVE MERIYETÊ’    Çelîk destnîşan kir ku Ocalan li pişt deklarasyona 10 xalan a di serdema pêvajoya çareseriyê ya 2013’an de dest pê kir e û li gel vê dema ewqas derbas bû jî pêşniyarên di nava deklarasyona Ocalan de cih digirin hin bêtir hatine kûrkirin û di nava vê demê de tiştên qewimîn carek din mafdariya Ocalan derxist holê. Çelîk got: “Birêz Ocalan di 2013’an de ji bo civakê reçeteyk rast nivîsand. Carek din ev derket holê. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd deklarasyona di 2013’an de hat eşkerekirin hêj derbas dar e. Ji bo êş neqweime û rondikên çavan rawestin, divê deklarasyona 2013’an carek din bikeve meriyetê.”