Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin 2019-06-07 15:05:33 ÎDÎR - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya cejna Remezanê de li Îdirê hîtabî gel kir û got: “Em ê di hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de carek din bi ser bikevin. Divê her kes biçin ser sindoqan. Her kes ji xizmên xwe û nasê xwe re bêjin bila dengê xwe bidin. Ev hilbijartina serkeftina hêza demokrasiyê ye." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya ziyareta Cejna Remezanê de piştî ziyareta Qersê îro derbasî Îdirê bû. Pervîn Bûldan û heyeta pêre piştî li dervê Îdirê bi karwanek mezin hat pêşwazîkirin derbasî avahiya HDP'ê ya Îdirê bû. Buldan beriya derbasî avahiya HDP'ê bibe, li pêş HDP'ê hîtabî gel kir û wiha got: "Demek dirêj e cejnên me bi xemgînî derbas dibin. Bi salan e em cejnên xwe yên gel taloq dikin. Em di nava êş û xemgîniyê de cejnên xwe pîroz dikin. Vê carê cejna me hinek cuda ye. Di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bi hezaran kes li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Pişte bi dehan kes ketin rojiya mirinê. Dayik daketin qadan. Têkoşiyan û bi ser ketin. Di serî de Leyla Guven, hemû kesên li dijî tecrîdê ketin grevê û têkoşiyan tevan silav dikim.    'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'    Buldan, anî ziman ku Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: "Tecrîd demek dirêj e heye û pêl bi pêl li Tirkiye belav bû. Tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd, li ser hemû Tirkiye heye. Ger ku îro bi hezaran kes li girtîgehan hebe ev nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî di çi rewşê de ye. Li hundir jî û derve jî tu carî kesên aştî û azadî xwestine gav paşve neavêtine. Bi çûyina parêzer û malbatan rêya Îmraliyê vebûye. Lê Hêj tecrîd bi temamî neşikestiye. Gelê Tirkiye di 31'ê Adarê de hilbijartinek girîng li pey xwe hiştin. Gelê Îdirê di vê hilbijartinê de carek din helwesta xwe li gel HDP'ê nîşan da. Li vir hemû partî li dijî HDP'ê bûn yek. Lê HDP dîsa bi ser ket. Gelê Îdirê dengê xwe dan HDP'ê û HDP tercîh kir. Di hilbijartina 31'ê Adarê de AKP têk çû. Wê di hilbijartina 23'ê Hezîrane de dîsa winda bike. AKP'ê ne tenê li Stenbolê. Li Enqere, Antalya, Mersîn û Edeneyê jî winda kir. Ev bi xêra HDP'ê bû. Bi stratejiya HDP'ê AKPTê winda kir. HDP'ê rêya sêyemîn nîşanî Tirkiye da. Em ê di hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de carek din bi ser bikevin. Divê her kes biçin ser sindoqan. Her kes ji xizmên xwe û nasê xwe re bêjin bila dengê xwe bidin. Ev hilbijartina serkeftina hêza demokrasiyê ye."     Buldan piştî ziyareta HDP'ê derbasî Şaredariyê bû.