Li Rihayê mizgefta ku Yildirim lê nimêj bike dorpêç kirin 2019-06-07 13:39:51   RIHA – Mizgefta Dergeh ya li Gola masiyan a Rihayê ku Namzetê AKP’ê yê Stenbolê Binali Yildirim nimêja Înê lê kir, polîsan mizgeft dorpêç kir. Welatiyên xwestin têkevin mizgeftê Dergah di lêgerîna polîsan re derbas bûn.   Namzetê AKP'ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim duh hat Amedê û got "Mebûsê Kurdistane" Yildirim li dijî Serokê Gişti yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ku di got "Kurdistan tune" li Amedê got “Mebûsê Kurdistanê" û xwest xwe bi Amediyan şêr bike. Dîsa li gel ku AKP'ê tabelayên bi kurdî daxistin dîsa bi kurdî gelê Amedê silav kir û rastiya xwe di bin silava kurdî de veşart. Yildirim derbasî Rihayê bû û nimêja înê ya Nîvro li Mizgefta Dergeh ya Gola Masiyan kir. Dema Yildirim derbasî mizgetê bû, polîsan mizgeft dorpêç kir. Welatiyên xwestin têkevin mizgeftê Dergah di lêgerîna polîsan re derbas bûn.