HDP: Çareserî ne operasyon muzakereyên demokratîk in 2019-05-30 12:03:34 ENQERE - HDP'ê têkidlarî operasyona derveyî sînor daxuyaniyeke nivîskî da û ev tişt ragihand: "Çareseriya pirsgirêka kurd ne şer û êrîş in, pêşxistina bingeha 'lihevkirina civakî', diyalog û muzakereyên demokratîk in"   Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bertek nîşanî operasyona derveyî sînor a ku li Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal hatiye destpêkirin da û derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. HDP'ê diyar kir ku lêgerîn û rêbazên çareseriya pirsgirêka kurd a bi rengê şer û tundiyê, sedema krîzên li welêt hemûyan e û da zanîn ku li gel vê yekê jî desthilataAKP'ê di polîtîkayên şer de israr dike û krîza li welêt girantir dike.   'OPERASYON GIRANKIRINA PIRSGIRÊKAN E'   HDP'ê destnîşan kir ku şer neçareserî ye, israra di şaşitî û mirinê de ye, welat û civakê bêpaşeroj dihêle, çavkaniyên welêt diçikîne û pêvajoya pirsgirêka kurd û polîtîkayên têkçûyî yên der barê Sûriyeyê de nîşaneya vê yekê ne. HDP'ê di berdewama daxuyaniyax xwe de ev tişt anî ziman: "Desthilatê operasyoneke din a leşkerî li operasyonên ji sala 1983'an ve tên kirin zêde kiriye. Êrîşa bi leşkeran, balafir û helîkopterên şer ên li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê beriya her tiştî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Binpêkirina serweriya welatekî cîran e. Ya herî girîng jî hewldana ji bo girankirina pirsgirêkan e ku pêşî li aştiya civakî digirin."     HDP'ê bal kişand ser operasyonên ku beriya niha hatine kirin û bi bîr xist ku heta niha bi heman armancê herî kêm 30 operasyon hatine kirin û wiha pêde çû: "Van operasyonan tu pirsgirêk çareser nekirine û ji bilî çikandina çavkaniyên welêt û girankirina bîlançoya mirina mirovan bi kêrî tiştekî din nehatine.Tevî vê yekê jî desthilat di rêbazên leşkerî de israr dike ku ev yek tê wê wateyê; dixwaze paşeroja xwe bi rêya şer misoger bike."    HDP'ê destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi şer û êrîşan nabe, bi afirandina bingeha 'lihevkirina civakî', diyalog û danûstandinan dibe û bang li desthilata AKP'ê kir ku dest ji vê şaşitiyê berde.