Kurkçu: ‘Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e 2019-05-30 09:51:57 STENBOL - Serokê Fexrî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku gotina "lihvekirina civakiyî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îfadeya biryardayîna bihevrebûnê ye û got: "'Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 8 salan du caran hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Cara ewil di 2'yê Gulanê û cara dudoyan jî di 22'yê Gulanê de hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Di hevdîtina ewil de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, nameya Ocalan û her sê girtiyên li Îmraliyê bi raya giştî re parve kirin. Deklerasyona 7 xalî ya Ocalan ji aliyê gelek derdoran ve hat nîqaşkirin û bi erêniyî hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina dudoyan jî vê carê bangawaziya Ocalan a bi destnivîsa wî ku got "Çalakiya we gihaşt armanca xwe, hûn dikarin çalakiya xwe bi dawî bikin" bi raya giştî re parve kirin. Piştî vê bangawaziya Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat destpêkirin bi dawî bûn. Ocalan di her du hevdîtinan de jî bal kişand ser "lihevkirina civakiyî, siyaseta demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiyeke birûmet".    Serokê Fexrî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu pirsên me yên der barê peyamên Ocalan de bersivandin.    Tu hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin çêkirin bi çi awayî dixwînî û peyamên wî çawa şîrove dikî?    Di nrixandina peyamên Ocalan de, du xalên girîng hene. Yek; ji bo peyamên xwe bêyî bên sansurkirin bigihîne derve qalibekî wî yê vegotinî heye. Divê ev neyê jibîrkirin. Qanûn û rêzikname çi dibêjin bila bibêjin, Îmrali girtîgeheke wisa ye ku hemû qanûn û rêzikname di alyeha Ocalan de tên çemandin; loma ji bo peyamên wî bigihên muxataban heta ji dest tê dirêj nake û heta jê tê bi şêweyeke nerm vedibêje. Dizane muxatabên wî wê çawa cewhera peyamên wî fêm bikin û di vî warî de bi wan bawer e. A dudoyan jî; ji bo peyamên wî neyên sansurkirin rasterast ne ji xwediyên îktîdarî re, dide ber tevahiya civakê. Di hedefa pêşniyarên wî de jî kesên dikarin wan pêk bînin hene.    Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 2'yê Gulanê û 22'yê Gulanê de bal dikişîne ser pêwistiya "lihevkirina civakiyî". Ev "lihevkirina civakiyî" ku Ocalan behsa wê dike çî ye, çima ev qas girîng e?    Di termînolojiya Ocalan de “Lihevkirina civakiyî", jiyana bi hev re, biryardayîna hebûnê ye. Ne cara ewil ku Ocalan di vê peyama xwe de bal dikişîne ser pêwistiya "lihevkirina civakiyî ya kûr". Nêzî 20 sal in di ferhenga Ocalan de têgîna "lihevkirinê" di rêza ewil de cih digire. Sedema vê pir zelal e; 20 sal in Ocalan ji bo pêşeroja kurdên Bakur, ji bo diyarkirina pêşeroja wan bêyî rê li ber guherîna sînoran vebike li ser asasên xwerêveberiyê têdikoşe. Eger em peyamên wî bi awayekî yekpare bixwînin, piştî Ocalan ji tecrîdê xelas bû di hevdîtina xwe ya ewil a bi parêzeran re dibêje "Helwesta me ya li Îmraliyê, ji terhê Danezana Newroza 2013'an kûrtir e û em bi biryardariyî vê helwestê didomînin." Niha jî 20 sal in vê helwesta xwe didomîne û di vî warî de tu şik û guman tune ne. Her çend ev yek carinan bi hin pevçûnan bê ceribandin jî, hemû kesên bi baldariyî girtekên Îmraliyê dişopînin, wê fêm bikin ku ji 2013'an ve ye Ocalan ji xeynî xweparastinê tu siyaseteke ku bibe cihê şidetê naxe rojevê. Ev xet ji çarçoveya "çareseriyê" û "derketina ji pevçûnê" de ji xeynî "lihevkirinê" tu terhî pêşniyar nake. Bi kurt û kurmancî 'Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e.    Lê belê ev mantiqîqbûn, bi divayetiyeke dîrokiyî û civakiyî jî tê destekkirin. Di serdema modern de "lihevkirin" tenê ne di navbera dewletê û "serhildêr" de ye. Divê mekanîzmaya pesendkirinê ya civakiyî jî bixebite. Di vî warî de pir aşkere ye piştî 2015'an tevahiya xetên fayî yên civakiyî û açndî yên Tirkiyeyê qelişîne. Civak wekî kurd û tirk, jin û zilam, îslamparêzî û laîkparêzî, avrasyayî û ewropayî, çolteriyî û bajarî, AKP'î û ên din hate asteke berberîbûnê. Di vî warî de ev civaka ku ket vî halî û bi kêrî rejîma Erdogan dihat dev ji "lihevkirine kûr" berde, hema bêje nikaribû hebûna xwe bidomîne.    Dema mirov li ser asasên evan diyardeyan lê binere, bangawaziya Ocalan a ji bo "lihevkirina civakiyî" ne ji bo îktîdarê ji bo civakê ye. Yanî Ocalan li hemberî rejîma zorbeyî ku kurdan û nûnrên wan ên polîtîk qebûl nake, civakê hişyar dike û ji hêzên muxalefeta civakiyî û demokratîk re dibê çareseî di siyaseteke çareseriyê di xwe dihebîne de ye.    Ocalan, di peyama xwe de diyar dike ku divê pirsgirêk bi "rêbaza muzakereya demokratîk" bên çareserkirin. Muzakereya demokratîk çî ye û di şert û mercên niha yên Tirkiyeyê de ev pêkan e?    Bi ya min Ocalan bi "rêbaza muzakereya demokratîk" îşaret bi bertengî û yekalîbûna pêvajoya 2013-2015'an dike. ÎŞaret bi înîsyatîfeke çareserkirina ya kûr û berbelav a polîtîk û civakiyî dike. Wê çaxê jî Ocalan bilêv dikir ku divê Meclîs bi her awayî bibe mekanê pêvajoya çareseriyê, çareserî yenê ne ji hêla îktîdarê ve ji hêla partiyên muxalif ve jî di dewrê de be. Ji hêlekê ve bi qanûnên dê di Meclîsê re derbas bibûna di qad, sazî û pêvajoyên muzakereyê de israr dikir, li hêla din jî bi mekanîzmayênw ekî Meclîsa Aştiyê û Kongreya Îslama Demokratîk, dixwest ji binî ve ji qada civakiyî ve pêvajoyê candar bike. Di vî warî de dixwest Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) înîsyatîfê bigire.    AKP, hewl dida momentûma çareseriyê veguherîna dengan û mixabin tim dixwest pêvajoyê ji Meclîsê dûr bixîne. CHP û MHP jî wekî lîstikeke AKP'ê nêzî pêvajoya çareseriyê dibûn. Lê CHP, ji bo xerakirina vê lîstikê tiliya xwe jî nedileqand, berovajî vê dixwest HDP'ê ji kampa demokratîk dûr bix,ne û tecrîd bike. her wiha Meclîsa Aştiyê û Kongreya Îslama Demokratîk ku derî mekanîzmaya dewletê bûn jî mixabin veneguherîn kareketreke girseyî. Muzakere ne di qada sivîl ne jî di Meclîsê de nemeşiya. Tişta tirsnak jî ew bû ku hîn muzakete dewam dikirin, AKP û cemaet bi hev ketin, îtifaq guherîn û bi Ergenekonê xwestin bi "plana rûxandinê" li dijî gelê kurd tev bigerin û plansaziya vê yekê dikirin.    Di çarçoveya evan diyardeyan de, Ocalan "rêbaza muzakereya demokratîk" xist rojevê û bi ya min bang li dînamîkên muxalefetê dike. Serdema AKP'ê ber bi dawîbûnê ve diçe û dixwaze di warê çareserkirina meseleya kurd de muxalefet ji niha ve înîsyatîfê hilgire. Yanî dixwaze bêje çareserî tenê ne "lîstikeke ku bi AKP'ê re bê lîstin, divê tevahiya civakê daxil bibe, ferzkirinên tu hêzan tune bin û divêtiyên mirovî û siyasî yên sereke bi biryareke hevpar bi encam bibin.     Di peyamên Ocalan de, peyamên girîng ji bo Bakurê Suriyeyê hebûn. Gel mirov dikare çawan gotinên Ocalan ên ji bo Bakurê Suriyeyê û Rojhilata Navîn fêm bike? Li aliyê din bi gotina “Bi hestiyar nêzî hesasiyetên Tirkiyeyê bibin” xwest çi bêje?    Piştî dagirkirina Erfîn û Cerablûs ên li Bakurê Sûriyeyê, yekbûyîna erdnîgarî û polîtîk ên Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda kirin, handîkapek mezine. Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) di zemînek pir şikestî de neçar man ku hereket bikin. Wan hişyar dike ku ji derveyî hêz û tifaqên xwe dernekevin û nekevin nava hewldanên polîtîk û leşkerî yên hêza wan derbas dikin. Li gorî vê yekê dixwaze di Sûriyeya ji nû de ji aliyê DYA, Rûsya û Sûriye-Îranê ve bê avakirin de, di çarçeya rejîma Qanûna Bingehîn mafê Kurdan hebe û QSD rolek damezrêner bilîze.    Ocalan di peyama xwe de qala “Sekna Îmraliyê” kir û bal kişand ser Danezana Newrozê ya sala 2013’an û biryardariya xwe ya di vî warî de bilêv kir. Di gotina xwe ya “Sekna Îmraliyê” de xwest çi bêjê?   Gotina Ocalan a “Kesna Îmraliyê” de, tê wateya biryardariya wî ya di “welatek hevpar” de. Di serdema 2013-15’an de yê ku bi biryardarî tevgeriya û xwest pêşiya “pevçûnan” bigire tenê Ocalan bû. Ocalan dixwaze bêje, çi dema ku zemîneke muzakeren din bê avakirin, helwesta wî diyare. Bi vê nêzîkatiyê peyamê dide hemû hêzên ku dixwazin bibin rêveberiyên Tirkiyeyê.   MA / Ferhat Çelîk