Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistana Federe 2019-05-28 12:45:52   NAVENDA NÛÇEYAN -Nêçîrvan Berzanî bi 68 dengan ji bo Serokatiya Herêma Kurdistana Federe hat hilbijartin.    Ji bo Serokatiya Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê, parlamento çû hilbijartinê. Mesût Barzanî piştî referanduma serbixwetiyê ji serokatiyê îstîfa kiribû û ji 1’ê Mijdara 2017’an de kotukê serokatiyê vale bû. Parlamentoya Herêma Kurdistanê, îro saet 11.00’an de ji bo Serokatiya Herêmê li hev civiya. Parlamentoya ji 111 kursiyan pêk tê, 81 parlementer beşdarî deng danê nebûn. YNK û Tevgera Neslê Nû beşdarî rûniştina parlamentoyê nebin.   YNK’ê diyar kir ku heya Walîtiya Kerkukê neyê hilbijartin, ewê tevlî rûniştinan nabin û Tevgera Neslê Nû jî rûniştin boykto kir.    Di hilbijartina hat kirin ku Neçîrvan Barzanî bi 68 dengan bû Serokê Herêma Kurdistanan Federe ya Iraqê.