DMME’yê ji AKP'ê wext da 2017-11-14 16:23:26 ENQERE – DMME ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku mudaxilî dosyeyên wekîlên girtî yên HDP’ê bibin heta 5’ê kanûnê dem da hikumeta Tirkiyeyê.  Dadgeha Mafê Mirova ya Ewropa (DMME) ku dosyeyên wekîlên girtî û Heverokên Giştî yên HDP’ê ku hildaye rojeva geşedanek nû qewimî. DMME’yê ji bo hikumeta Tirkiyê ku dikaribe parastina xwe bike heta 24’ê mijdarê dem dabû nasîn. DMME ji bo nêrîna saziyên navnetewî ku mudaxilî dosyeyên wekîlên girtî yên HDP’ê bibin heta 5’ê kanûnê carek din dem da hikumeta Tirkiyeyê.     Li gorî mijara gotinê ev geşedan li ser dîroka parastina 24’ê mijdarê bandor nake. Pêwîste heta 5’ê kanûnê hikumet bersivê bide nêrîna mudaxiliya saziyên navnetewî.    Daxwaza beşdariya mudaxîliya dosyeyên wekîlan a Rêxistina Şopandina Mafê Mirova (HRW), Komîsere Mafê Mirova ya Parlamentoya Ewropya Nils Muiznieks û saziya civaka sivîl ARTICLE 19 hatibû qebûlkirin.