Îrmez: Em ê xwe bi xwerexnekirinê û rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin 2019-04-16 09:10:34 ŞIRNEX – Hevserokê  HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, bilêv kir ku bi bicihkirina leşker û polîsên li Şirnex û navçeyên wê encamên hilbijartinê hatine guhertin û ev yek berdewamiya polîtîkaya qeyûman e. Îrmez, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî ew ê xwe rexne bikin û ji niha û pê ve tevî gel bi awayekî hîn xurtir tev bigerin.  Beriya hilbijartina 31'ê Adarê li navenda Şirnex û navçeyên wê Qileban û Bêşebabê gelek leşker û polîs hatin bicihkirin û hejmara hilbijêran hat guherandin. Derketibû holê ku li navenda Şirnexê bi awayekî nelirê zêdetirî 7 hezar hilbijêr hatine qeydkirin û li 35 sindoqên ku piranî leşker û polîsan dengê xwe lê bê kar aniye 6 hezar û 618 deng ji AKP'ê re derketibûn.   Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, hilbijartina li herêmê û tiştên dê ji niha û pê ve bikin nirxandin.    ‘NE HILBIJARTINEKE ASASYÎ BÛ'    Îrmez, destnîşan kir ku li herêmê hilbijartina 31'ê Adarê ne hilbijartine asasyî bû û got: "Li navenda Şirnex û navçeyên wê zext û zoriyên li ser hlbijêrên me zêde bûn. Li herêma me beriya hilbijartina 3-4 mehan gelek kes veguhastin bajêr. Dewlet bi awayekî cidî berê xwe dabû vira. Ji bo qedera şaredariyên bajarok û navçeyên me biguherînin gelek hilbijêr veguhastin."    Îrmez, destnîşan kir ku li herêmê plana rûxandinê ya tifaqa AKP-MHP'ê di dewrê de ye û nexasim jî berê xwe zêde dane herêmên sînor û sedema vê jî ew e ku ji bo polîtîkayên xwe yên der barê Başûr û Rojavay pêk bînin. Îrmez, bilêv kir ku a li Şirnex û navçeyên wê pêk hatiye ne destkeftî ye xespkirin e û got: "Li Şirnex û navçeyên vîna gel di sindoqan de xwe neda der. Mesela li cihekî wek Bêşebabê zêdetiirî 2 hezar hilbijêr ji derve anîn."    ‘KARÊ ME NÛ DEST PÊ DIKE'    Îrmez, destnîşan kir ku a pêk hatiye berdewam polîtîkayên qeyûman e û got: "Lê têkoşîna me niha dest pê dike. Wexta em vê yekê dinirxînin em tevî qelsî û kêmasiyên wê dinirxînin. Divê em bêjin, deynek di stuyê me d eheye ew jî xwerexnekirine. Em ê ji niha û pê ve tevî gel bi rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin. Têkoşîna me têkoşîna ji bo maf, aştî û azadiyê ye. Wê ji niha û pê ve bi vî awayî dewam bike. Hilbijartin îro hene sibê tune ne, lê têkoşîn tim heye. Em ê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ji bo aştiyê bitêkoşin. Wekî ev têkoşîn nû dest pê kiribe, em ê tev bigerin."