Taşçier: Divê îtifaq berdewam bike 2019-04-09 09:21:01 AMED - Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku tifaqa HDP’ê ya di çarçoveya hilbijartina herêmî  de bi partiyên Kurdan re avakir, ji bo Yekitiya Neteweya Kurd pêngavek dîrokiye  û got: “Gelê Kurd dikare bi hevre têbikoşe. Hem HDP û hem jî partiyên Kurdan ji bo dewamkirina vê tifaqê amadene.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçevoya hilbijartinên heremî de bi Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK)  û Partiya Demokratîka Kurdistanê Tirkiye (PDK-T) re îtifaq pêk anî bû. Ev îtifaq ji aliyê gelê Kurd ve weke pêngava yekitiya neteweya Kurd hat qebûlkirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ku bi salane di çarçevoya yekitiya neteweya Kurd de bi partiyên Kurd re hevdîtinê pêk tîne, encamên hilbijartinê û domandina tifaqê nirxandin.   'ÊDÎ DIKARIN BI HEV RE BIMEŞIN'   Taşçier, anî ziman ku tifaqa bi partiyên Kurd re dîrokî ye û wiha axivî: "Ev tifaq ji bo yekitiya neteweyî jî gavek gelek girînge. Partiyên Kurd bi HDP'ê re li hemû qadên xebatên hilbijartinê peyamên yekitiyê dan. Gelê Kurd jî dît ku partiyên Kurd dikarin bi hev re têbikoşin. Ev 40 salin em nêzî hev nebûn, lê di hilbijartinên heremî de hat dîtin ku pirsgirêk di navbera me de tûne ye. Xebatên hilbijartinê ji me re bû tecrûbe û em êdî dikarin bi hev re bimeşin. Partiyên Kurd li qadên xebatên hilbijartinê zordestiyên li ser HDP'ê jî dîtin. Em ê li dijî zordestiyan jî, bi rihê yekitiyê li berxwe bidin."   'TIFAQ PÊNGAVA KONGREYÊ YE'   Taşçier, diyar kir tifaqa pêk hat, dê piştî hilbijartinê jî berdewam bike û wiha bilêv kir: "Partiyên Kurd ne eşîrin hatine ba hev. Tifaq di çarçevoya hilbijartinê de bû, lê seknekê siyasî bû. Tifaq sekna li dijî bêhiquqiyên li Kurdistanê, polîtîkayên qeyûm û êrîşên li dijî gelê Kurd bû. Ya herî girîng jî tifaq di bingeha yekitiya neteweyî de pêngava kongereya Kurdistanî bû."   '31'Ê ADARÊ BINGEHA TIFAQÊ HAT DANÎN'   Taşçier, da zanin ku gelê Kurd piştgirî dide tifaqê û dixwaze ev tifaq berdewam bike û wiha got: "Gelê Kurd dikare bi hev re têbikoşe. Hem HDP û hem jî partiyên Kurdan ji bo dewamkirina vê tifaqê amadene. 2013'an partiyên Kurd hatin ba hev, lê tifaq pêk ne hat. Di 7'ê Hezîranê de jî em hatin ba ev, lê gelek kêmasî hebûn. Di 24'ê Hezîranê de jî demek dirêj hevdîtin pêk hatin. 31'ê Adarê bingeha tifaqê hat danîn. Ji bo domandina tifaqê barê herî giran dikeve ser milê HDP'ê. HDP jî ji bo xatirê yekitiya neteweyî dê bê navber xebatên xwe bidomîne."   'EV PIRSGIRÎKA GEL E'   Taşçier, balkişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Kurd li Efrînê û Kerkûkê dît ku yekitî nebe serkeftin nabe. Heya yekitî pêk neyê, em nekarin bi hevre bimeşin, li dijî êrîşan li ber xwe bidin û nekarin bigihijin serkeftinê. Ev ne pirsgirêka partiyekê ye, ev pirsgirika gel e. Ger li Kurdistana Bakur yekitî pêk were, dê bandor li Başûr, Rojava û Rojhilat jî bike."   MA / Mehmet Şah Orûç