Temellî: Îktîdar li şûna dersê derxe di şaşiyan de iskar dike 2019-04-07 13:42:26   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li gel hevşaredaran civîna çapemeniyê pêk anî. Temellî, diyar kir ku li şûna îktîdara AKP'ê dersê ji encama hilbijartinê derxe, di şaşiyên xwe de israr dike û wiha got: "Em dibînin ku li şûna îktîdar dersê ji encama hilbijartinê derxe, heffteyek e di şaşiyan de iskar dike."    Hevşaredarên HDP'ê yên di hilbijartina 31'ê Adarê de hatin hilbijartin, di bin Serokatiya Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî de li Amedê civîyan. Civînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di civînê de encama hilbijartinê nirxandin. Di civînê de ewil parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu axivî û wiha got: "Me ne tenê mazbata ji gelê xwe dewir girt, di heman demê de me peywirek jî ji gelê xwe dewir girt. Li her qada jiyanê tecrîd heye. Li ser pêşeroja gelê Tirkiye tecrîd heye. Tecrida herî mezin jî Îmraliyê li dijî Birêz Ocalan didome. Leyla Guven li dijî tecrîdê pêşengiya berxwedanê dike. Li gel hevala Leyla bi hezaran hevalên din li ber xwe didin. Em vê berxwedanê bi rêzdarî silav dikin. Tirkiye di bin tecrîdê de ye." Onlu, anî ziman ku gel di hilbijartina 31'ê Adarê de tecrîd şikandiye.    TEMELLÎ: DI 31'Ê ADARÊ DE DU HIŞMENTÎ HATIN HEMBERÎ HEV   Di civinê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî bal kişand ser encama hilbijartinê û wiha got: "Ez rêzdar Leyla Guven û bi hezaran girtiyên li dijî tecrîdê têdikoşin silav dikim. Hilbijartina 31'ê Adarê vînekê diyar dike. Dema em vê pêvajoyê digirin dest em dibînin ku têkoşînek mezin a demokrasiyê derketiye holê. Li aliyekî kampanya ku îktîdar dimeşîne heye. Li hemberî vê kampanya îktîdarê jî kampanya HDP'ê heye. Tirkiye bû şahidê 2 kampanyayan. Me di hilbijartina 31'ê Adarê de bi hevre 2 kampanya temaşe kirin. Em dit ku 2 kampanya hatin hemberî hev. Dema em li wêneyê piştî 5'ê Nîsana 2015'an ên 4 salên dawî dinerin em dibînin ku li Tirkiye wêneyê tecrîda mutlaq derdikeve pêşberî me. Ji roja mutabaxata Dolmabahçe hat xerakirin û heta niha bê edaletî, bê aramî, binpêkirina mafan zêde bûn, saziyên demokrasiyê hatin girtin û tasfiyekirin. Pêvajoya dijdemokratîk pêş ket. Îktîdarê di 4 salên dawî de polîtîkayên şer pêş xist û ferz kir. Hemû çavkaniya welat j bo şer tar û mar kirin. Di 4 salên dawî de Tirkiye ketiye nava bablîsoka krîzê. Ev bablîsok her ku diçe mezin dibe. Bloka AKP-MHP'ê li şûna ji encama hilibjartinê dersê derxe, di vê krîzê de iskar dike. Di pêvajoya hilbijartinê de em ji kontrola GBT'yan heta bajarên bûne garnizonan re bûn şahid. Em bûn şahidê berberî û perçekirina civakê. Em bûn şahidê pêşxistina gotinên nifrînê. Dijminantiya kurd kûr kir. Îktidar li şûna dersê derxe, hefteyek e di şaşiyên xwe de israr dike. Em carek din bang dikin û dixwazin li gorî hiqûq û zagonên xwe tev bigerin. Em dixwazin daxwazên rewa li ber çavan bigirin û dawî li tecridê bînin. Em naxwazin tu mirovên me li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Rawestandina van mirinan erka Wezareta Dadê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku bi lez erka xwe pêk bîne."      DIVÊ YSK ERKA QANÛNAN PÊK BÎNE'   Temellî, bang li rayedarên YSK'ê jî kir û xwest helwesta xwe ya li hemberî encamên hilbijartinan biguherîne û wiha berdewam kir: "Êm dixwazin YSK li gorî zagon û hiqûqa Qanûna Bingehîn tev bigere. Saziyek Qanûna Bingehîn e. Divê edaleta hilbijartine li gorî zagonan pêk bîne. Li aliyekî bêyî ku îtîrazan li ber çavan bigere mazbatayan dide, li aliyê din îtîrazan li ber çavan nagire û red dike. Divê YSK li gorî erka qanûnan gavan bavêje. Di hilbijartina 31'ê adarê de stratejiya me hebû. Stratejiya ku hemû gelê me piştgiriyê dide hebû. Me ev stratejî serkeftî xist meriyetê. Gelê Kurd ji bo ev stratejî têkeve meriyetê erka xwe bi serkeftî pêk anîye. Ev stratejî destpeka gava demokratîkbûna Tirkiye ye. Ji bo demokratîkbûnê gavek mînak bû."     HDP ÇARESERÎ YE   Temellî, herî dawî bal kişand ser rola HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Feraseta me ya demokratîkbûna radikal, wê Komara Demokratîk ava bike. Ev wê bi rêveberiyên herêmî têkeve meriyetê. Bila şika kesî tune be. Ji ber ku HDP partiya çareseriyê ye. Hem di qada aborî de û hem di qada siyasî de çareseriyê pêş dixe. Di wateya siyasî de pirsgirêka Tirikye li vir bi teşe dibe. Em dê vîna hêzên herêmî esas bigirin û bi hevre çareserişê pêş bixin. Dema em hiqûqa meclîsê ava bikin em ê hemû hêzên herêmî esas bigirin. Em dê her tiştî bi gelê xwe re parve bikin. Em dê rêveberiyek zelal pêş bixin. Em dê hemû pirsgirêkên xwe bi hevre çareser bikin. Li pêş me enkazek heye. Pêvajoyek dijwar heye. Lê hêza me ya em vî enkazî rakin û çareser bikin heye. Ev hêz û wêrekî li cem me heye."