Buldan: Divê YSK bi lez erka xwe pêk bîneTemelli: Aqilê ku encama hilbijartinê tune dibîne li ser kar e 2019-04-06 15:38:08 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, der barê encama hilbijartinê de daxuyanî da û bang li rayedarên YSK'ê kir ku bi lez bê ker kar û erka xwe pêk bîne. Buldan, anî ziman ku cihê ji destê HDP'ê girtine jî bi listik û hileyan ji destê wan girtine. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli jî anî ziman ku îktîdar encama hilbijartinê tune dihesibîne û got: "Aqilê ku encama hilbijartinê tune dibîne li ser kar e."  Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, têkildarî encama hilbijartinên Stenbol, Qers, Îdir û Mûşê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de ewil Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan axivî. Buldan, ewil ji ber kesên li bajarê Loristanê di lehiya avê de jiyana xwe ji dest dane, ji malbatan sersaxî xwest. Buldan, anî ziman ku wekî partiyê dê piştgiriyê bidin malbatên mextûrên lehiyê.    Buldan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 150 rojin di grevê de ye û wiha got: "Grev hatine sînorê krîtik. Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Em bedengiya îktîdara AKP'ê ya li hemberî van daxwazan şermezar dikin. Divê hikûmet li hemberî van mirinan bi lez gavan bavêje. Divê bi lez destûr bide ku malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike."    'SEROKOMAR BI NIFRÎN DAXUYANIYAN DIDE'   Buldan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku di hilbijartinê de neliretî û bêhiqûqiyên gelek mezin pêş ketin û wiha got: Dema em li dîroka Komara Tirkiye dinerin, tu carî bi qasî niha bê hiqûqî û nelirêtiyên hilbijartinê pêş neketine. Bi taybetî Serokomar di her mîtîngên hilbijartinê de axaftinên xwe bi kîn û nifrîn dikir. Di hilbijartinên din de jî nelirêtî çêbûn. Lê di vê hilbijartinê de nelirêtî bê sînor bûn. Kîn û nifrînk pir zêde bû. Hefteyek di ser hilbijartinê re derbas bû, hêj li gelek bajaran encama hilbijartinê ya fermî aşkere nekirne. Şaredarên ku bi ser ketine jî hêj mazbatayên wan nedane wan. Îtîrazên ku em dikin jî li ber çavan nayên girtin û nayên qebûlkirin. Bê hiqûqî li ser bêhiqûqiyê zêde dikin. Li cihê ku HDP'ê qezenç nekir AKP'ê bi hîle û lîstikan şaredarî bi dest xistin. Di serî de li Mûşê û gelek bajar û navçeyên din HDP bi ser ket. Lê bi hîle û lîstikan şaredarî ji destê HDP'ê girtin. Îtîrazên ku em dikin qebûl nakin. Lê yên ku AKP dikin qebûl dikin. Ev nîşan dide ku li djiî HDP'ê lîstikên nû tên lîstin."    '12 HEZAR HILBIJÊR JI DERVE ANÎN ŞIRNEXÊ Û XEZP KIRIN'    Buldan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê li Şirnex, Elk, Qileban, Çelê, Şemzînan, Melezgîrt û Wêranşarê vîna gel xezp kirin û wiha lê zêde kir: "Bi hêjmarek pir zêde hilbijêr ji derve anîn van bajaran û bi lîstika hilbijêrên gerok ev bajar bi dest xistin. Li Şirnexê zêdetirî hêjmara hilbijêrên heyî hilbijêr ji derve anîn û Şirnex ji destê HDP'ê derxistin. 12 hezar hilbijêr ji derve anîn û bi hilbijêrên ji derve Şirnex Xezp kirin. Li Şirnexê bi belgeya 142'an esker, polîsan deng avêtin sindoqan. Piştre derdikevin û dibêjin "Me Şirnex qezenç kir" Na we Şirnex qezenç nekir. We Şirnex xezp kiriye. Divê gel vê rastiyê baş bibîne û baş zanibe. Li Mûşê jî 2 hezar û 500 deng betal kirin. AKP'ê bi dengeki pir kêm qesenç kir. Li gel ku me serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçe û bajar da jî serledanên me red kirin. Hêj encama hilbijartinê diyar nebûye. walî û qeymeqam Namzetên AKP'ê yên Hevşaredariyê pîroz dikin. Ev pir aşkere nîşan dide ku lîstik hatiye lîstin. Li navçeya Malazgirtê ya Mûşê AKP bi 3 dengan bi ser ket. Li wir 250 dengên me hatin betalkirin. Li gel ku em îtîraz kir jî îtîraza me li ber çavan nehat girtin. Bi HDP'ê dan windakirin."    ‘ÎTÎRAZÊN HDP'Ê RED DIKIN Û LI BER ÇAVAN NAGIRIN'   Buldan, destnîşan kir ku YSK îtîrazên HDP'ê red dike û îtîrazên AKP'ê qebûl dike û wiha berdewam kier: "Bi taybetî cihê ku AKP'ê bi ferqek biçûk qezenç kiriye, piştî wê  Walîtiya wî bajarî biryara qedexeya çalakiyan dide. Destûr nedan ku cihê HDP lê bi ser ketiye pîrozbahiyan bike. AKP'ê bi zorê Elk ji destê me girt. Vî şaredarê AKP'ê ku bi zorê hat ser kar, di heman rojê de rabû bi şêxanî lîst. Destûr dini ku AKP li her derê îtîraz bikin û pîrozbahiyê bikin, lê destûr nadin ku HDP îtîraz bike û şahiyê bike. Cihê ku HDP lê bi ser ket heta 15 rojan pîrozbahî qedexe kir. Em vê çot standariyê tu carî qebûl nakin."    'DIVÊ YSK ENCAMÊ QEBÛL BIKE'   Buldan, bibîr xist ku çawa li Mûşê li deng û sindoqan xwedî derdikevin wê li Stenbolê jî li deng û sindoqan xwedî derkevin û wiha pêde çû: "Li Stenbolê CHP'ê bi ferqek mezin bi ser ket. Li cihê ku CHP  bi ferqek mezin ser ket jî dîsa deng ji nûve tên jimartin. Ev nîşan dide ku AKP bi serxweşiya hilbijartinê naxwaze îktîdarê ji destê xwe berde. Divê YSK bi lez rol û rista xwe bilîze. Divê bi lez mudaxaleyî helwesta li dijî hiqûq û sincê bike. Serokomar dibêje 'Patron YSK ye' Li vir patron  gel e gel. Gel ketiye hilbijartinê. Divê YSK vê encamê qebûl bike. Divê bi taybet îtîrazên HDP'ê qebûl bike. Em baş dizanin ku cihê me lê îtîraz kiriye em bi ser ketine. Ji ber vê yekê em carek din bang li YSK'ê dikin ku cihê HDP lê bi ser ketiye mazbatên şaredaran bidin wan."      TEMELLÎ: LI ŞÛNA ÇOTSTANDARTÊ HIQUQÊ PÊK BÎNIN   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî anî ziman ku bi hezaran kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Li Tirkiye û gelek welatên cîhanê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê berdewam dike. Heta niha 8 mirovan li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û jiyana xwe i dest dan. Lê dîsa rayedar li hemberî vê yekê bêdeng in. Em dîsa bang li wan dikin ku teqez dawî li tecrîdê bînin. Her ku îktîdar bêdeng bimîne rê li pêşiya mirinê tê vekirin. Ev daxwaza girtiyan daxwazek pir zagonî hey Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha tecrîd didome."    Temellî, anî ziman ku hikûmet encama hilbijartinê qebûl nake û tune dihesibîne û wiha got: "Îro hilbijartin bi dawî bû. Encam pir zelal e. Lê disa bê hiqûqiyê berdewam dikin. Di kampanyayê de em gelek caran rastî gefan û êrişan hatin. Zimanê gef, tundî û êrîşê yên berî hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî berdewam dike. Li cihê ku encama hilbijartinê diyar e, li şûna mazbatayan bide, encamê tune  dihesibîne û mazbatan nadin. Gelek kar û berpirsiyarî dikeve ser milê YSK'ê. Divê YSK li gorî qanûna bingehîn û hiqûqê tev bigere."     'STRATEJIYA HDP'Ê BI SER KETIYE'   Temellî, ani ziman ku li Mûşê gel bi ser ketiye û wiha got: "Li Mûşê mafê me xezp kirin. Li Melezgîrt, Wêranşar, Tetwanê mafê me xezp kirin. Heman tiştî li Stenbolê jî dikin. Divê YSK rê li pêş vê yekê bigire. Tevî hemû lîstik û hîleyan HDP li Tirkiye bi ser keftiye. HDP rêyek nû li pêş Tirkiye vekiriye. Stratejiya HDP'ê bi ser ketiye. Hêzên Demokrasiyê li ser bingeha demokrasiyê hatine cem hev. "