Temellî dengê xwe bikar anî: Demokrasî bi ser dikeve 2019-03-31 12:21:41   STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Stenbolê dengê xwe bikar anî. Temellî zerfa dengê xwe bi gotina “Demokrasî bi ser dikeve” berda sindoqê.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li dibistanek li Semta Yeşîlkoy a Navçeya Bakirkoya Stenbolê dengê xwe bikar anî. Temellî û hevjîna xwe bi hev re çûn ser sindoqê. Gellek rêveberên HDP’ê jî bi Temellî re çûn ser sindoqê   Temellî zerfa dengê xwe bi gotina “Demokrasî bi ser dikeve” berda hundirê sindoqê.    Temellî piştî dengê xwe bikar anî derbasî Enqereyê bû û dê encamên hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP’ê bişopîne.