Hevberdevka HDK’ê Kiliç: Ji bo ku hûn zilmê li me bikin me deriyên Milazgirê venekirine 2019-03-28 15:22:48 MÛŞ - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di mîtînga Milazgirê de xwîtabî gel kir û got: “Ji bo ku hûn zilmê li me bikin, me deriyên Milazgirê venekirine. Me ji bo jiyanek hevpar ev derê vekir.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, li navçeya Milazgirê mîtînga hilbijatinê li darxist. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigît, Parlementerên HDP’ê Mensûr Işik, Şevîn Coşkûn, Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîng li navenda navçeyê hat lidarxistin. Welatiyan di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.   'EMÊ ŞEQAMA SELAHADDÎN EYÛBÎ LI WAN BIDIN'   Namzeta Hevşaredara Milazgirê Munevver Ceylan, gel silav kir û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de xwedî vîna xwe derkevin. Namzet Erdal Çalak jî, diyar kir  ku ewê di hilbijartinê de bi dengeke pir zêde şaredariyê qezenc bikin.   Dûre parlementer Şevîn Coşkûn, derket ser dikê û wiha xitabî gel kir: “Qeyûm li dijî vîna gelan û demokrasiyê ye. Gelê Milazgirê dê di 31’ê Adarê de bersivek mezin bide qeyûman û AKP’ê.”   'EMÊ BERSIVA PÊWÎST BIDIN HIŞMEDIYA WAN’   Parlementer Mensûr Işik piştî Coşkûn axivî û wiha got: “Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin. Dema parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan dikin, dibin koster û hewa xirabeye, lê di rastiyê ya xirabe hişmendî û feraseta wane. Emê jî di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin vê hişmediyê.    'EMÊ DIZITIYA WAN DERBIXIN HOLÊ’   Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî di mîtîngê de axivî û wiha got: “Piştî 7’ê Hezîranê dîtin ku HDP mezin dibe. Ji ber vê dest bi zextan kirin. Di 1’ê Mijdarê de hemû hêza dewletê bi kar anîn, ji bo ku me dibin benda hilbijartinê de bihêlin. Lê me dîsan bi ser xist. Dûre qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Hevşaredar û parlementerên me girtin. Gelo qeyûmên tayînê şaredariyên we kirin, karek jî kirin? Vana kevirek jî ne danîn ser kevirekê. Li şûna qeyûmên dizker qeyûm tayîn kirin. Lê emê hesap ji kesên pereyên gel dizîn bipirsin. Dema ku me şaredarî qezenc kir, emê bangî mufetîşan bikin. Emê dizitiyên wan tespît bikin û wan bidin mehkeme kirin.”   Koçyîgît, da zanîn ku kesên ziman, nasname, çand û erdniyariya Kurdan qebûl nakin, di demên hilbijartinê de behsa yekitiyê dikin û wiha got: "Ger em yekbin divê em 365 rojan yek bin. Divê tenê em di hilbijartinan de ne yekbin. Mêze bikin, nikarin bêjin Kurd jî. Behçelî dibêje kokdarên Kurd. Nikare bêje Kurd. Em Kurd û gelekê li ser vî welatî dijîne. Ji bo ku hûn zilmê li me bikin, me deriyê Milazgirê venekiriye. Me ji bo jiyanek bi hev re vekir."   'EM DI VAN DU SÊ ROJÊN DAWÎ DE HÎN ZÊDETIR BIXEBITIN’   Koçyîgît, da zanîn ku ewê tu carî helwestan nîşanî mirovên dengên xwe dan AKP’ê nedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta em li dijî wêne siyasea AKP’ê ye. Em ji bo feraseta AKP’ê dibêjin êdî bese. Ji ber vê tu pirsgirêka me bi kesên dengên xwe dan AKP’ê re tuneye. Ji ber ku ewê biçin û emê bi hevre jiyana xwe berdewam bikin. Weke partiyê emê di van du sê rojên dawî jî, hîn zêdetir bixebitin.”   Piştî axaftian hunermend Mîr Perwer derket ser dikê. Girseyê li ber stranan guvend geran din û dûre mîtîng bi dawî bû.