Deh hezaran Êlihî Temellî pêşwazî kir Temellî: Hûn sindoqan bibin ku emê jî biçin wir 2019-03-12 20:26:37   ÊLIH - Rêxistina HDP'ê li Êlihê bi tevlêbûna deh hezaran kesan mîtîna hilbijartina 31'ê Adarê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî di mîtîngê de helwesta YSK'ê ya guhertina cihê sindoqan rexne kir û got: "Hûn sindoqan bibin ku emê jî li pey sindoqan bên û li wir dengê xwe bavêjin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlêbûna deh hezaran kesan mîtîngek bi heybet pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP'e Mehmet Arslan  Nûnerê Hareketa Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emin Kardaş, rêveberên HDP'ê û namzetên Hevşaredariyan ên bajar û navçeyên Êlihê beşdarî heyetê bûn. Heyetê ewil navçeyên Kerçews û Heskif ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. Piştre derbasî Êlihê bûn. Otobusa HPD'ê ya hilbijartinê ji aliyê gel ve bi coşek gelek mezin hat pêşwazîkirin. Beriya heyet bigêje qada Newrozê, bi deh hezaran kes tevî hemû astengiyên polîsan kom bûn. Bi deh hezaran kesên li qadê kom bûn tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin. li qadê bê navber diruşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Jinên ku li qadê kom bûn, bi cilên xwe yên neteweyî bal kişandin ser xwe. Dîsa bi hezaran kesên li qadê kom bûn bi alên HDP'ê qad zindi kirin.    Ewil Nunerê Hareketa Azadî Ayetullah Aşitî gel silav kir û bal kişand ser yekîtiya neteweya kurd. Aştî wiha got: "Divê gelê kurd êdî yekîtiya xwe ava bike." Serokê KDP-T'ê Mehmet Emin Kardaş jî anî ziman ku êdi divê her kes di 31'ê Adarê de vîna xwe nîşan bidin.    NAMEYA NASIR YAGIZ XWENDIN   Piştre li qadê  Endamê Koma Aştiyê Nurettin Turgut nameya ku Nasır Yagiz ji bo gelê Êlihê nivîsî bû li qadê xwend. Yagiz di peyama xwe de wiha got: "Bajarê Êlihê ji kesên di dîrokê de ji bo since civakî û demokratîk cane xwe daye û heta nefesa dawî nûnertiya berxwedanê temsîl kiriye malovanî kiriye. Li aliyekî min Egît, li aliyekî min Mizginler, Gulan û Azad hene. Heta ku ev hevrêyê min li dora min be qet pişta min nagêje erdê. Ez bawer dikim ku gelê Êlihê dê li dijî vê hişmendiya tarî bi berxwedana Newrozê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqê û qeyûma xezpkar bişînin sergoyê dîrokê.    ARSLAN: KARÊ ME 11’Ê ADARÊ DESTPÊKIRÎ WÊ 31’Ê ADARÊ TEMAM BIKIN   Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku xelkê Êlihê AKP baş naskiriye û got: “Dema ku vîna vî gelî tine hate dîtin, vî gelî şahidî ji berxwedanê re kir. 31’ê Adarê em ê waliyên mêtînger ên AKP’ê bişînin Qesrê. Ji niha ve bila qeyûma baxçika xwe amade bike. Karê me 11’ê Adarê dayî destpêkirin em ê 31’ê Adarê bi dawî bikin.”   Temellî Şaredarê Êlihê Edîs Solmaz ê hat qetilkirin bibîr anî û wiha got: “Gel ji efendiya hez nake. Gel dê di 31'ê Adarê de dawî li Efendiyan bîne. AKP jî mîna yên berî xwe bi dijminahiya Kurdan xwe li ser lingan digire. Em ê 31’ê Adarê dawiya van bînin. Em êdî rê nadin vê dijminahiyê. Gel ê bi hêviya baştiyê ji xew şiyar dibin, ev planên tinekirinê amade dikin. Yên dawî li Mutabaqata Dolmabahçeyê anî û mase xera kirin, dest bi tecrîdê kirin. Ji wê rojê heta niha dibêjin, tecrdî hebe bêhiqûqî û bêedaletî jî wê hebe. Ev bêhiqûqî li Îmralî tenê nema, li hemû welat belav bû. Ji bo ev bi dawî bibe em dibêjin dawî li tecrîdê bînin."    HIQÛQÊ PÊK BÎNIN Û RÊ LI PÊŞ HEVDÎTINA OCALAN VEKIN    Temellî, berxwedana Leyla  Guven jî silav kir û wiha berdewam kir: "Leyla Guven pêşengiyê dike. Li pêş hemû civakê dipeze. Leyla Kiye, Leyla Jin e Leyla Jiyan e, Leyla Azadî ye. Bi hezaran hevalên me bi heman armancê di greve de ne em guh bidin daxwazên wan. Em hemû li ser rêya Leyal Guven in. Divê rêya Îmralî bê vekirin. Em naxwazin hevrêyên me bimirin. Ez carek din bang li Wezareta Dadê dikim û qanûn û hiqûqê îhlal nekin û bi lez pêdiviya qanûn û hiqûqê pêk bînin.    BERÊ PERWERDEHIYA GEROK HEBÛ NIHA MÎTİNGÊN GEROK PÊŞ XISTINE   Temellî, bal kişand ser helwesta TRT'ê û wiha berdewam kir: "TRT weke saziyeke cemaweriyê bûye navenda propagandaya AKP’ê. TRT’ê ji b HDP’ê 7 deqîqe veqetandiye. Em ê dawiya van qeyûman bînin, şopên wan jî nahêlin.  Ji dijminahiyê xwe li ser lingan digirin. Li gorî rapora RTUK'ê ya sibatê  TRT'ê 49 saet û 58 deqîqe  cih daye AKP'ê, 53 saet û 30 deqîqe cih daye îtîfaqa Cumhur, lê ambargo danîye ser partiya me. Heman tişt ji bo AA  û kanalên din jî derbasdar e. Ji bo HDP'ê tenê 7 deqîqe cuda kiriye. Her roj derewan li ser derewan zêde dikin. Ji sedî 90 rojname xistine destê xwe. Niha qad qad digerin. Berê perwerhiya gerok hebû. Niha mîtîngên gerok pêş xistine. Hemû otobus û dolmîşên xwendekaran hêza wan mîtîng bi mîtîng digerîne. Em derxistin rehet nebû, her kes kire terorîst têr nebû. Xwe li esnafan da. Wisan sûcdarkir, kirin terorîst. Ji bo di hilbijartinê de dengê HDP’ê bidizin, ji bo HDP ji sindoqan dûr bixin û xwedî li vîna xwe dernekevin sindoqan direvînin. Hincet dikin ewlehî, ji xwe li kû ewlekarî tê gotin li wir bêewlekarî heye. Sindoqan bibin kû bila bibin, em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li vir Sînemaya Yilmaz Guney hilweşandibûn. Em ê wê sînemayê ji nû ve ava bikin. Em ê filmên Yilmaz temaşe bikin. Em ê filmên dawiya wê bi kêfxweşî bi dawî dibin temaşe bikin.   SINDOQ BIÇIN KU EMÊ JÎ BIÇIN WIR   Temellî, bal kişand ser sindoqên gerok û wiha bi dawi kir: "Ji bo hilbijêren HDP'ê xwe negîne sindoqan sindoqan direvînin. Sindoqên gerok ava kirine. Kengî bêjin ewlehî bizanibin li wir ewlehî tune ye. Ew çawa fermanê bidin YSK li gorî wan tev digerin. Di 24'ê Hezîranê de 150 hezar deng tar û mar kirin. Em dibêjin ew sindan bibin ku em ji dê li pêy sindoqan biçin. Sindoqan bibin ku biba bibin. Em dê biçin li ser sindoqan dengê xwe bavêjin û vegerin.    Di mîtingê de bênavber dirûşmeya "Êlih ya me ye" berz kirin.