'Li Îmraliyê tecrîdeke bê dawî tê meşandin' 2017-11-02 09:54:42 ENQERE - Dîlek Ocalan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku wan bi dehan caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: "Dewlet dibêje ku 'Ocalan ne kesekî ji rêzê ye' û bi vê hişmendiyê tecrîdê kûr dike. Li Îmraliyê tecrîdek bê dawî tê meşandin."  Di hemû pêvajoyên awarte de dewlet tecrîda li Îmraliyê kûr dike û pêşketinên di vê der barê de dema civak pêre rû bi rû dimîne, bi xwe re nîqaşên nû dide destpêkirin. Di demên dawî de nûçeyên ku der barê Ocalan de tên waşandin, di civaka kurd de fikaran zêde dike. Çalakiyên ku dest pê kirin û her ku diçe zêde dibin, di aliyê Wezareta Edaletê û hikumetê de jî hin hewldan dewam dikin. Lê heta niha di vî warî de tu encam nehatiye bi dest xistin.   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ku di heman demê de xwarziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, aşkera kir ku sal e li ser Ocalan tecrîd tê meşandin û got ku "Ev tecrîdeke bê dawî û girankirî ye" û xwest di her qadê de li dijî tecrîdê bertek û xwepêşandan bên lidarixstin.   ‘AKP BI TECRÎDÊ EMRÊ XWE DIRÊJ DIKE’   Dîlek Ocalan destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê her gava ku ditengije, "serî li tecrîdê dide û tecrîdê li Îmraliyê dide destpêkirin û li ser civakê dewam dike" û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP'ê bi vê hebûn û desthilatdariya xwe dirêj dike." Ocalan piştrast kir ku girîngiya Rêberê PKK'ê Ocalan ji hêla hemû beşa civakê ve jî baş tê zanîn û ev tişt li axaftinên xwe zêde kir:   "Piştî greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên kurd dan destpêkirin, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, got ku: 'Heke dewlet amade be em ê vê meseleyê di 6 mehan da çareser bikin û projeyên me hene.' Ev ji bo Tikriyeyê derfeteke gelek baş e. Ocalan hemû pêşketinên jiyanê dîtin û li gorî wê çareserî bi pêş xist. Piştî salekê berisva vê daxwazê hat. Di aliyê bê çareseriyê de bersiv hat. Me ev bi awayekî fîlî dît. Desthilatdariya AKP'ê şer hêj kûrtir kir û bersiv da. Paradîkmaya ku Ocalan danîbû holê, berovajiyê wê zor xebitand û bi tundiyê bêçareserî ferz kir.   LI DIJÎ HÊZA OCALAN TECRÎD HEYE   Fikrên Ocalan ên neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û li Rojava jîn dibin. AKP'ê li dijî vê fikrê û vê birdoziyê şer da destpêkirin, armanca tecrîdê jî ev e. Di hevdîtinên sala 2013'an de çi pêwîst bû Ocalan danîn holê. Piştî hat xwestin ev fikir di warê çareserkirinê de li Dolmabahçeyê bi mutabaqatekê bê çareserkirin, hevdîtin hatin qutkirin û tecrîdê dest pê kir. Ev tecrîda li ser Ocalan, li ser hemû gelên li Tirkiyeyê bi awayekê bê rehm tê meşandin.    SEDEMA TECRÎDÊ: OCALAN NE KESEKÎ JI RÊZÊ YE   Ocalan diyar kir ku tişta ku diqewime wekî "pêkanîna sûc" pênase kir û wiha pê de çû: "Tirkiye li dijî hiqûqa xwe ya navxweyî sûc dike. Tu rêgezên hiqûqa xwe ya navxweyî pêk nayne û bi vê sûc dike. Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê xwe bi kirasê OHAL'ê pêçan û polîtîkaya xwe guhertin. Ji xwe mafên li holê tuneyî bi OHAL'ê bi tevahî ji holê rakirin. Mafê telefonê yê ji bo her kesî tê dayîn, 18 sal e ji bo Ocalan nayê dayîn. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi keyfî tê astengkirin. Bi vê helwesta xwe dibêjin ku 'Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, em ji bo wê vê tevdîrê digirin.' Em dibêjin rast e Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Bi milyonan miro daxwaz name dan û gotin ku 'Ocalan rêber û vîna min e.' Em polîtîkaya li dijî vê kesayetiyê wekî polîtîkayeke li dijî dîlekî din nagirin dest."   Dîlek Ocalan got ku "Gelê kurd hînê vê rewşê nebû, dê hîn jî nebe" û der barê daxuyaniya Serozgerê Komarê yê Bursayê de jî ev nirxandin kir: "Daxuyaniya dozgeriyê ya bi lez û bez, ji ber helwesta wî ya baş nîne. Dozgeriyê bi sedan serlêdanên me yên hevdîtinê red kir, bi lez û bez der barê agahiyên ku hatin belavkirin de, daxuyanî da û vê yekê fikarên me zêde kirin." Ocalan helwesta saziyên navneteweyî yên wekî CPT û DMME'ê jî rexne kir û destnîşan kir ku ev saziyana hevkarê tecrîd û sûcê ku tê kirinin.