Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî 2018-12-17 16:28:59   QERS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Qersê bi gel re hat cem hev û bal kişand ser çalakiya Leyla Guven. Temelî, anî ziman ku Guven 40 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û wiha got: “Ji bo şer bi dawî bibe muxabatê meseleyê diyar e. Muhatab Birêz Ocalan e. Heta tecrida Îmraliyê ranebe, demokrasî û aştî nayê vî welatî."   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, li Qersê bi gel re hat cem hev. Li gel Temellî, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Şevin Coşkun, Murat Sarisaç jî tev li ziyaretan bû. Temellî li balafirgehê hat pêşwazîkirin. Piştre bi karwanek mezin derbasî Qersê bûn û li Salona Dahwetê ya Qersê gel ziyaret kirin. Bi sedan kes tev li ziyaretê bû. Temelî, li salonê xibatî gel kir û wiha got: "Dawiya zivistanê bahar e. Hevseroka KCD'ê Leyla Guvne 40 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye. Em çalakiya wê silav dikin.    MUXATAB OCALAN E    Temellî, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Helama me ya di pêşiya têkoşîna jinan de dimeşe, Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Li Tirkiye ketiye nava tevgerek minak. Tirkiye li aştî demokrasiya xwe digere.  Lê Tirkiye di bin îktidara ceberut de dirize. Dema em dibêjin bila tercîd rabe, em bang li hemû Tirkiyeyê dikin. Ji bo şer bi dawî bibe muxabat Ocalan e. Heta tecrîdkirina li Îmraliyê bi dawî nebe aştî û demokrasî nayê vî welatî. 5-6 sal berê rewşa Tirkiye ya siyasî çawa bû niha çawa ye. Dema em vê yekê bibînin em dê fam bikin çima Leyla Guven di çalakiyê de ye. Vî welatî tecrîda xwe winda kiriye. Divê em berî her tiştî vî welatî ji vê îktidarê rizgar bikin. Welat di bin zordestiyê de ye. Mirov dîl tên girtin. Li gel biryara DMME girtî nayên berdan. Heta em neteweya demokratîk û komara demokratîk ava bikin emê têkoşina xwe berdewam bikin. "    Temellî, anî ziman ku li Şirnexê nifûsa eskeran li ser nifûsa bajar qeyd dikin û dixwazin bi vê rêbazê hilbijartinê bi dest bixin. Temellî, destnişan kir ku pûsûla dengan a eskeran dikişînin navenda Şirnexê û Colemêrgê û bi vê rêbazê bi dengê eskeran wêneyê hilbijartinê li herêmê bide guhertin. Em dê bi hevre welat ji vê hişmendiya şerrût, îtîatkar rizgar bikin."