Hevserokê DBP’ê Arslan: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîdê re derbas dibe 2018-12-17 09:19:43 AMED - Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan ê demek nêz ji girtîgehê hat berdan, diyar kri ku çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas dibe û got: “Ne çareserkirina pirsgirêka Kurd civakê ber bi têkbikirina civakî û siyasî ve  dibe.” Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ê ji ber daxuyaniyên xwe yên li hemberî operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hevkarên wê OSO yên li dijî Efrînê û fealiyetên partiya siyasî di 8'ê Sibatê de li Amedê hatibû girtin, di 16 Mijdarê de bi şertê “Kontrola Edlî” û “Qedexeya derketina derveyî welat” ji Girtîgeha Tîpa L Kalkandereya Rîze hat hat berdan.   Arslan, derbarê hinceta girtina xwe de, tiştên li girtîgehê jiyan û çalakiyên greva birçîbûnê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Arslan, diyar kir ku  berî salekê dîsan weke îro rojeva Tirkiyeyê pir gerim bû û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku hikûmeta AKP’ê êrîşî Rojavayê Kurdistinê dikir. Dema em wê rojê û îro tînin beramberî hev, a rastîn dinava saleke dawî de, nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê yên dagirkirin, gef xwarin û êrîşên li dijî pirsgirêka Kurd û şoreşa Rojava  bi dawî nebûne. Berî salekê ji ber rexneyên me yên li dijî êrîş û operasyonên li ser Efrînê em hatin girtin.  Vê yekê carek din nîşan dan ku AKP’ê çawan nêzî pirsgirêka gelê Kurd û siyaseta giştî ya Kurd dibe. Ji roja ku AKP’ê tecrîda girankirî di sala 2015’an de danî li ser Birêz Ocalan û vir ve di nava hewldaneke ku “Ez çawan pirsgirêka Kurd tasfiye bikim” deye û vê pêvajoyê bi vî awayî ferzî Kurdan dike.”   ‘AKP BI GIŞTÎ LI PIRSGIRÊKA KURD MÊZE DIKE’   Arslan, anî ziman ku bi ser tecrîda Birêz Ocalan re 4 sal derbas bûn û wiha bilêv kir: “Di nava vê pevajoyê de li Tirkiyeyê bi awayekê pir eşker ji ber şerê heyî, krîzek siyasî, aborî û pergalî tê jiyîn. Sedema van pirsgirêk û krîzan jî, AKP bi êrîş, şer û teslîm girtinê dixwaze pirsgirêka Kurdan çareser bike ye. Bi înkar û îmhayê nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Êrîşên li Tirkiyeyê û hemû parçeyên Kurdistinê yên di vê pêvajoyê de ji hev ne cudane. AKP bi giştî li pirsgirêka Kurd mêze dike. Li ku derê Kurd hebin û destkeftiyên Kurdan hebin dixwaze wan tunde bike û her rojê gefê li wan dixwe.”    ‘BI HEZARAN MIROV JIYANA XWE JI DEST DAN’   Arslan, di dewama axaftina xwe de wiha rêz kir: “Ji roja ku Komar hat avakirin, li dijî Şêx Saît, Dersim Zilan û herî dawî Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Erînê êrîş pêk hatin. Bi dehezaran, sedhezaran mirov di van êrîşan de hatin qetilin û jiyana xwe ji dest dan. Bajarên Kurd ser û bin kirin. Ligel ku gelê kurd di komkujî û jenosîtan re hatin derbas kirin jî, tu carî dest ji nasname û daxwazên xwe yên siyasî bernedan. Di vê pêvajoyê de jî, ev rastî carek din derket holê. Lê mixabin, hikumeta AKP’ê, hîna jî di avakirina Komarê de polîtikayên înkar û tunekirinê li ser gelê Kurd dide meşandin. Dema em li dijî van polîtîkayên û operasyonên li ser Efrînê derketin, hatin girtin. Ji ber dibin çavan de berî derkevim dadtgehê, biyara girtina min hatibû dayîn.  Dema ez derketim dozger min ev yek ji dozger bi xwe re jî got. Li hemberî vê rewşê dozger bersiv neda, lê ji bo wî zor hat. Piştî dadgehê biryara girtinê da, du kesên kal û riha wan heyî ez birim girtîgehê. Em 4 kes bûn. Di rê de van kesên kal xwestin bi min re sohbet bikin. Ji min re gotin ‘A rastîn me ye tu ne girtiba, lê di demên dawî pir zor bû.’”   ‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN KURDAN ÇAV TIRSANDÎ BIKIN’   Arslan, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi girtin û binçavkirinan kin û nefreta xwe ya li dijî gelê Kurd û siyaseta Kurd vedireşe. Arslan, dest nîşan kir ku gava ew birin girtîgeha Tîpa D a Amedê 12 rojan di hucreya yek kesî de girtin û wiha pê de çû: “Dema min pirsa hinceta girtina xwe kir, rayedarên girtîgehê gotin ‘Serdozgeriya Komarê bi taybetî ferman daye. Divê hûn neçin gel kesekê. Divê hûn kesekê nebînin. Ev fermanek taybete. Rewşekê ku me derbas dike.’ Dema ez sîrgûnê Girtîgeha Rize kirim jî, min carek din zanî ev rewş tenê bi girtina min re ne sînordare. Ev girtin diviya bû hirsa AKP’ê derbas bike. Bi tecrîd kirinê, dixwazin Kurd, siyasetmedarn û hilbijêran çavtirsandî bikin. Paşeroja girtîgehên Tirkiyeyê ne pir paqije. Ji salên 1980’iyan ve, bi rastî jî pêkanînên dij mirovahî, polîtîkayên tecrîd û îzolekirinê li girtîgehan tên meşandin. Ger mirov rêziknameyên leşkerî yên di girtîgehan de tên ferz kirin qebûl bike, wê de dikarin parçeyekê qada jiyanê ji bo te nas bikin. Ger berevajî vê bê kirin jî rewş vediguhere zext û îşkenceyê.”   ‘EV TECRÎD DIBE SEDEMÊN KRÎZÊN HÎN MEZINTIR ÊN LI TIRKIYEYÊ’   Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Birêz Ocalan jî û wiha dom kir: “Em tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Ên ku ev biryar dane, wisan difikirin ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî dane, lê berevajî li dijî hemû gelên Tirkiyeyê dane. Ev tecrîd ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de dibe sedemên krîzên hîn mezintir ên li Tirkiyeyê. Birêz Ocalan êdî bi Kurdan û gelên Rojhilata Navîn re bûye yek. Ji bo çareser kirina pirsgirkên li Tirkiyeyê jî, berî her tiştî divê tecrîd bê rakirin. Em li pişt daxwazên heval xwe birêz Leyla Guven in. Guven li dijî tecrîdê canê xwe kir çek û li dijî şerê AKP’ê yê dixwaze bi rêve bibe jî canê xwe daniye holê. Di serî de AKP, div ê hemû cîhan vê çalakiyê baş bixwînin. Siyasetmedarek û nûnerê Kurdan dibêje ku  ‘Polîtîkayên we pirgirêkan çareser nake û hîn zêde kurtîr dike.’ Li Tirkiyeyê ger wateya gotinê hebûya, hevala me Leyla îro serî li rêyek wiha ne dida. Ger daxwazên gel û Guven neyên qebûl kirin, ev pêvajo dê vegure pêvajoya rojiya mirinê. Desthilatdariya siyasî divê vê ji şansê re nehêle. Divê vê necaribîne. Ji ber ku kevneşopiya berxwedana gelê Kurd di vê mijarê de zelale. Ger pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin, dê civakê ber bi têkçûnek siyasî û civakî ve bibe. AKP piştî pêvajoya çareseriyê hewl dide siyaseta Kurd tasfiye bike. Di vê pêvajoyê de hemû bêhiqûqiyan ferz dike. Bi hincetên bêbingeh siyasetmedarên me digirin û wan dikin girtîgehan.”   'DIVÊ KES NEBE HEVKARÊ AKP'Ê'   Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, herî dawî biryara DMME ya berdana Selahattîn Demîrtaş jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “DMME biryara berdana Demîrtaş da. Bi taybetî divê hêzên navneteweyî li dijî êrîşên AKP’ê yên li ser gelê Kurd û siyaseta Kurd helwesta xwe nîşan bidin. Divê êdî biryar bidin, gelo dixwazin weke AKP’ê bin xuyan kirin an na? Divê hêzên navneteweyî êdî zextên siyasî li AKP’ê bikin. Ger wisan nekin, wê demê dê bibin hevkar, alîger û piştgirêkn AKP’ê.”   MA / Mehmet Şah Oruç